Li Silêmanî pêşangeheke wêneyan hate vekirin û 37 mamostayên şêwekar beşdarî wê bûn. Pêr êvarê li Emne Soreya Silêmanî, Yekeya Hunerî ya Perwerdeya Rojhilat ev pêşanga wêneyan ji bo mamostayên şêwekar organîze kir.

Di peşangehê de her yek ji 37 mamostayên şêwekar bi tabloyekê yan jî du tabloyan beşdarî pêşangehê bûn.

Mamosta Dilxuş Mihemed jî bi tabloya jineke şervan beşdarî pêşangehê bûye û têkildarî armanca vekirina pêşangehê jî dibêje; “Me xwest bi vekirina vê pêşangehê, alîkariya mamostayên şêwekar bikin da ku karibin herî kêm bi berhemeke xwe beşdarî pêşangehê bibin û ji karê xwe dûr nekevin.”

Pêşangeh îro jî heta êvarê vekiriye. 

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ