Li Salona Dergay Sera, şêwekar Serbest Ebdurehman bi tabloyên xwe yên derbarê dîrok, çand, huner, jiyan û zordariya li Kurdan tê kirin, pêşangehek a resman vekir.

Serbest Ebdurehman bi tabloyên xwe herwiha jiyana her çar parçeyên Kurdistanê jî nîşan dide. Mirov dikare bibêje ku her tabloyeke wî vegotineke dîrokî ye.

Pêşangeh wê heya roja înê li serdana xelkê vekirîbe.

Welatiyên Silêmaniyê elaqeyeke mezin nîşanî pêsangehê didin.

   

29 salan paşê ji nû ve li huner vegeriya

Şêwekar Serbest Ebdurehman sala 1972´yan dest bi xêzkirina wêneyan kir, heta 1986`an ev hunerê hanê dewam kir. Lê ji ber zextên rejîma Baesê neçar ma dev ji çêkirina tabloyan berde. Piştî rejîma Baes rûxiya, sala 2015’an careke din dest bi çêkirina wêneyan kir.

   

Hizra çêkirina muzexaneya tabloyan

Şêwekar Serbest Ebdurehman diyar kir ku wî xwestiye, van tobloyên xwe nîşanî welatiyan bike û got; “Bi van wêneyan ez dixwazin muzexaneyek a tabloyan çêkim. Dema kesên biyanî hatin bi dîtina van tabloyan zanibin ku em ji xwedî dîrok û çand in. Bila zanibin, jiyana me û çanda me çawa bû.”

   

Tabloyek weke pirtûkekê ye

Serbest Ebdurehman bi bîr xist ku roja me ya îro, kêm kes êdî li ser çand, jiyan û diroka Kurdan pirtûkan dinivîsin, lê bi tabloyan mirov dikare rabihuriya xwe, jiyan, çand û dîroka xwe pêşkêşî nivşê nû bike. Serbest destnîşan kir ku îro tabloyek jî bi hêza we ya vegotinê, dikare cihê pirtûkekê bigre. 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ