Li bajarokê Çomanê bi boneya 28’emîn salvegera koça mezin a ji Başûrê Kurdistanê ber bi Îranê ve pêşangeheke wêneyan hate vekirin.

Piştî raperîna sala 1991’ê, careke din rejîma Baesê bi hevkariya Emerîka vegeriya Başûrê Kurdistanê. Xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Baesê di 31’ê Adarê de ber bi Îranê koç kirin. Ji bo cihanê û rejîma Baesê bû bersiveke tund. Lê, li Mexmûr, Kerkûk, Xaneqîn û Şengal nehatin valakirin.

Bi boneya salvegera vê koçberiya mezin doh li bajarokê Çoman ê ser bi Hewlêrê, pêşangeheke taybet a wêneyên koçberiyê hate vekirin. Çend çalakiyên cuda jî pê re hatin lidarxistin. Pêşangeh ji aliyê Şaxê Rewşenbîrî ya Çomanê ve hate vekirin. Gelek kes beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de wêneyên rêvebeên Kurd û welatiyên di dema koçberiyê de hatin pêşandan.

Rêveberê Şaxê Rewşenbîriya Çomanê, Heme Hemze got; “Balekayetî weke herêmeke Başûrê Kurdistanê di dema koçberiya sala 1991’ê de bû cihê hezaran welatiyên Kurd ên ji destê rejîma Baes zilm û zordarî dîtîn. Ji ber zilmê koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûn. Li Çomanê di dema koçberiyê de gelek zarok, jin, mêr û pîr ji serma û birçîna jiyana xwe ji dest da. Lewma Çomanî timî koçberiyê bi bîr tîne û salane çalakiyên cuda ji bor bibîranên tên lidarxistin.”

 

ROJNEWS / HEWLÊR