
Serlêdanên 4’emîn Pêşbirka helbestan a ji bo bîranîna Arjên Arî dest pê kir. Pêşbirka ku encamên vê di 1’ê Nîsana 2017’an de aşkere bibe, kesên ku tevlî pêşbirkê bibin dikarin di navbera 1’ê Mijdarê û 30’ê Kanûnê 2016’an de berhemên xwe ji navnîşana hatî diyarkirin re bişînin.
Komaleya Nivîskarên Kurd têkîldarî 4’emîn Pêşbirka Helbestan a Arjên Arî daxuyanî da û diyar kir ku dê pêşbirk di navbera 1’ê Mijdarê û 30’ê Kanûnê 2016’an pêk bê. Serîlêdanên 4’emîn Pêşbirka helbestan a ji bo bîranîna Arjên Arî dê di navberên 1’ê Midar û 30’ê Kanûnê 2017’an were qebulkirin. Hevseroka Komaleya Nivîskarên Kurd Yildiz Çakar û li ser navê Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê Nivîskar Reşo Ronahî ji bo serlêdana pêşbirka Arjên Arî ya ku bi pêşengiya Komaleya Nivîskarên Kurd, Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê, Weşanên Lîs û Weşanxaneya Ronahî tê lidarxistin bi daxuyaniyekê agahî dan. Di daxuyaniya ku li Salona Sînemayê ya Navenda Çanda Cegerxwînê hate dayîn de nivîskar Reşo Ronahî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wêneyê helbestvan Arjên Arî li ser perda spî hate pêşkêşkirin. Reşo Ronahî bal kişand ser xwedîlêderketina zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî û bang kir ku hemû kes bi berhemên xwe tevlî pêşbirkê bibin.
Şertên pêşbirkê
Reşo Ronahî li vir şertên beşdarbûna pêşbirkê wiha aşkere kir:
* Xelat dê ji bo berhemên bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin bê dayîn.
* Berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla Çapxane û Weşanxaneya Evrenselê ve bi logoyên saziyan (ên ku pêşbirkê li dar dixin) bê çapkirin.
* Her kesê ku heta niha berhemekê wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.
* Endamên juriyê û saziyên piştgiriya vê pêşbirkê dikin dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata Kurdî kar û xebatan kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê” bidin.
* Berhemên ji hêla saziyek ve xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirti be nikare tevlî pêşbirkê bibe.
* Berhemên ku tevlî pêşbirkê bibin divê bi alfabeya Latînî hatibin nivîsandin.
* Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirina berhema ku xelat wergirtiye de guhertinan bike.
l Dosyayên divê di formata A4, 5(Pênc) nûsxe û bi qabareya (hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) be.
* Dosya divê di formata A4 5(pênc) nûsxe û bi CD’yek ku dosya tê de ye bê rêkirin.
* Dosyeya ku di kompûterê nehatî dîzaynkirin û CD’yek pê ve nekirî wê neyê nirxandin.
* Helbestvanên beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfekê devgirtî de bê rêkirin.
* Encama pêşbirkê dê di 1’ê Nîsana 2017’an de ku roja jidayikbûna Arjen Arî ye, bê aşkerekirin û xelat jî dê di Fuara Pirtukan a Amedê de bê dayîn.
* Qebûlkirina berheman 1’ê Mijdara 2016’an heta 31’ê Kanûna 2016’ân were qebûlkirin.
* Divê dosye bi kargo an bi posteyê ji bo navnîşana “Taxa Kooperatifê Kolana 1.Akkoyun, Akkaynak Apt. Weşanxaneya Lis. Yenişehir AMED” re be şandin.
Lijneya pêşbirkê
Daxuyanî bi aşkerekirina lijneya pêşbirkê bi dawî bû. Di lijneya pêşbirkê de Berken Bereh, Gulîzer, Çiya Mazî, Kawa Nemir û Necla Arî heye.
DÎHA / AMED