Li ser mijarê Rêveberê Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Efrînê Salar Nûcan got, pêşbirk dê di 3’yê çileya 2015’an de bête li darxistin û dê rojekê ji sibê heta êvarî bidomîne. Nûcan destnîşan kir ku ji bo pêşbirkê 7 komên govenda folklorîk navên xwe qeyd kirine û dê di pêşbirkê re derbas bibin û wiha got: “Pişît ku hemû komên govendê di pêşbirkê re derbas bûn û juriyê biryara xwe da, koma yekemîn û duyemîn dê wekî komên herî baş bêne bi navkirin û dê bêne xelatkirin.”
Nûcan got, juriya çavdêriya pêşbirkê ji  5 kesên derveyî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk pêk tê. Kesên cihê xwe di juriyê de digirin ev in: “Ebdullah Şikakî, Sozan Mihemed, Zekeriye Ehmed, Axîn Mihemed û Ednan Muslim.”
Nûcan derbarê armanca li darxistina vê pêşbirkê de got ku armanca wan a sereke ew e ku govenda folklorîk li herêmê pêş bixin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em hewl didin komeke govendê ku nûnertiya herêma Efrînê di hemû mîhrîcanên Kurdistanê û cîhanê de bike, ava bikin.”

Rêveberê Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Efrînê Salar Nûcan di dawiya axaftina xwe de got ku her wiha ji bo pêşbirkek bazdanê di dema pêş de li ser asta herêmê li dar bixin, amadekariyên xwe dikin.

EFRÎN