Helbestvan û nivîskarê Kurd Arjen Arî yê ji bo wêje û zimanê Kurdî xwedî ked û karekî mezin e, di 5’emîn salvegera wefata xwe de bi çalakiyên helbestan jî tê bibîranîn.

Malbata Arjen Arî, Weşanên Evrensel û Lîsê bi armanca bipêşxistina wêje û zimanê Kurdî, di 5’emîn salvegera wefata Arjen Arî de dan zanîn ku ew pêşbirka helbestan li dar dixin. Şertên beşdarbûnê jî hatin diyarkirin. Bi vê armancê civînek li Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê hat lidarxistin û xwîşka Arî, Necla Arî û Berdevkê Weşanên Evrenselê Reşo Ronahî beşdarî civînê bûn.


 

Dewamkirina têkoşîna Arjen Arî

Ronahî rewşa dawî ya li Bakurê Kurdistanê nirxand, got, di vê pêvajoyê de ku gelek weşan û kanalên Kurdî hatine girtin, bê tehmûliya li dijî zimanê Kurdî dewam dike û bal kişand ser ked û karê Arjen Arî yê ji bo wêje û Kurdî, biryardariya xwe ya dewamkirina têkoşîna Arî jî îfade kir.

Xwîşka Arjen Arî, Necla Arî jî got, “Ez hêvîdar im ku pêşbirkên ji bo zimanê Kurdî dewam bikin.”


Ji bo bipêşxistina ziman û wêjeyê

Piştî axaftinan, Reşo Ronahî der barê şertên pêşbirkê de agahî dan, da zanîn ku ew ji bo bipêşxistina ziman û wejeya Kurdî pêşbirkê amade dikin. Ronahî diyar kir ku kesên bixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, dikarin di navbera 1’ê Mijdara 2017’an û 31’ê Çileyê 2018’an de bi berhemên xwe beşdar bin, û encamên pêşbirkê jî wê di 1’ê Nîsanê ango rojbûna Arjen Arî de bên eşkerekirin. Hat gotin ku di lijneya hilbijêr de Berken Bereh, Dilber Hema, Osman Memed, Ulku Bîngol û Necla Arî cih digirin û şertên beşdarbûnê jî wiha hatin dazanîn:

 

Şertên beşdarbûnê

* Xelatê didin berhemên bi kurdî hatine nivîsandin.

* Berhema xelata pêşbirkê bigire, ji hêla saziyên ku pêşbirkê li dar dixin ve bi logoya saziyan wekî pirtûk wê bê çapkirin.

* Pêşbirk li helbestvanên berê pirtûkên wan nehatine çapkirin, temenê wan çi dibe bila bibe, vekirî ye.

* Berhemên dê ji pêşbirkê re bên şandin, divê bi alfabeya Latînî bên nivîsîn.

* Dosyayên ku ji pêşbirkê re tên şandin divê di hecmê pirtûkê de, 64 rûpelên  A4 be.

* Divê dosya, di formata A4’an de ji 5 nusxeyên cuda, bibin dosya û bên şandin.

* CD’ya ku tevahiya dosyayê dihewîne divê bê şandin.

* Dosyaya ku sererastkirina wê ya kompûterê nebe û di nava wê de CD tine be, dê neyê qebûlkirin.

* Divê di dosyayê û li cihekî CD’yê navê xwediyê berhemê û agahiyên nasnameyê (nav, îşaret, mexlas û hwd.) hebin.

* Berhema ku di pêşbirkê de xelat girtibe û ji bo çapê bê amadekirin, ew mafê juriyê heye ku sererastkirinê lê bike.

* Heke jurî behemeke layîqê xelatê nebîne, xelat wê neyê dayîn.

* Helbestvanên beşdarî pêşbirkê dibin, divê di zerfeke girtî de agahiyên ragihandinê û kurte jiyana xwe bişînin.

* Serlêdanên ji dest û bi rêya maîlê dê neyên qebûlkirin.

* Dosyayên ku beşdarî pêşbirkê dibin dê neyên îadekirin

* Endamên lijneya hilbijartina Pêşbirka Arjen Arî deng bidin kîjan dosyayê, piştî encam bi dawî bû dê bê zanîn.

* Telefona pêşbirkê ya ku hûn dixwazin xwe bigihîninê: Reşo Ronahî (0541 514 54 97)

* Dosya wê bi rêya kargo û postayê ji navnîşana Yenişehir Mahallesi Ali Emiri 7. Sokak, No: 22/7, Qat: 1 Yenişehir Diyarbakirê re bên şandin. (Li ser navê Buroya Rojnameya Evrenselê ya Amedê) 


MA / AMED