Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) bi boneya ku nivîskariya lîstika Kurdî bi pêş bixe û berê nivîskarên ciwan bide nivîsandina lîstikên şanoyê û her wisa bi mebesta ku lîstikên nû li wêjeya şanoya Kurdî zêde bike û van xebatan li nav civakê belav bike vê pêşbaziyê li dar dixe. Xelatên pêşbaziyê dê li ser navê nivîskar Ebdurrehîm Rehmî Hekkarî ku yekem teksta şanoya Kurdî ya bi navê ‘Memê Alan’ nivîsandiye, bên dayîn.
Di pêşbirkê de tu sînorê mijarê nîn e, nivîskar dikare bi xebateke nû û xweser beşdar bibe, her wiha dikare ji roman, helbest an jî bîranînekê jî nivîsa xwe ya şanoyê durist bike. Dema herî dawîn a bo serlêdana pêşbirkê 27’ê sibata 2015’an.
Lijneya hilbijêr
Derhênerê Giştî yê Hunerê yê DBTŞ’ê Ruknettîn Gun aşkera kir ku di desteya hilbijêr de kesên weke Helket Adrîs, Rûgeş Kirici, Dilawer Zeraq, Gulê Ozalp Ulusoy û M. Emîn Yalçinkaya hene. Gun diyar kir ku encamên nirxandina lijneyê dê di hefteya yekemîn a gulanê de bên diyarkirin û ligel vê jî encamên pêşbaziyê dê li ser malpera Şanoya Bajar jî bên daxuyandin û her wisa xelatgir dê bi rêya telefon an jî e-peyamê bên agahdarkirin. Gun têkildarî xelatên ku ew ê îsal bidin jî ev tişt gotin: “3 berhemên di pêşbirkê de wekî berhemên serkeftî bên niqandin dê her yek ji wan bi 3 hezar TL’î bên xelatkirin.”
Navnîşanên serlêdanê
Gun anî ziman ku nivîskarên serî li pêşbirkê bidin divê bi du zerfên cuda ku yek ji bo nivîsara lîstikê, yek ji bo agahiyên serlêder (nav, paşnav, navnîşan, kurtejiyan, jimareya telefonê) bixin nav zerfekê û li ser zerfan tenê nasnav/mexlas hebe; divê bi tu awayî navê rastîn li ser zerfan û li ser nivîsara lîstikê tune be. Tekstên ku ev şert tê de pêk nehatibin dê ji pêşbirkê bên derxistin. Berhem dikare ji bo vê navnîşanê bên şandin: Elazig Caddesî, Diyarbakir Buyukşehîr Belediyesî Şehîr Tiyatrosu Yenîşehîr/Diyarbakir. Her wiha bi telefona 0 (412) 223 49 42’yê dikarin têkiliyê deynin.
RAMAZAN OLÇEN / AMED