Di çarçoveya pêşbaziyê de ji şanoger û nivîskarên şanoyê yên herçar parçeyên Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê, ji girtiyên siyasî yên Kurd ên li zindanan bi riya nameyan tekstên şanoyê tên xwestin. Tekstên hatîn ji hêla komîsyonekê ve tê nirxandin û ji van ên hatin hilbijartin ji aliyên komên şanoyê yên Kurd ve wekî lîstik tên pêşandan. Serlêdanên beşdarbûna bernameya tekstên Kurdî dê di meha Kanûna 2015’an de dest pê bike û heya Gulana 2016’an bidome.
Teksta bikeve pîleyê bê pêşandan
Fuat Ozdemir diyar kir ku yek jî armanca wan ya lidarxistina bernameyê ew e ku çanda her çar parçeyên Kurdistanê, xeyal û serpêhatiyên girtiyên tevgera azadiyê bigihînin gel. Ozdemir anî ziman ku tekstên tên hilbijartin û bikevin dereceyê ji aliyê komên şanoyê yên Amedê ve bên lîstin û wiha got: “Koma Ş. Yekta Hêvî ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê tekstek ku par pile girtî di 3. Festîvala Şanoyê ya Amedê de lîstin.”
‘Girtîgehan zêdetirîn alîkariya me dikin’
Ozdemir destnîşan kir ku herî zêde girtîgeh piştgiriya wan dikin û wiha axivî: “Sala borî 50 tekstên Kurdî ji me re hatin, ji van 38 tekst ji girtîgehên girtiyên ji doza Tevgera Azadiyê lê ne hatin şandin.” Ozdemir bang li girtî, şanoger û nivîserên şanoya Kurdî kir û got ku ji bo pêşxistina şanoya Kurdî divê her kes tevlî pêşwaziya wan bibe.
AMED