Dilar Dîrîk akademîsyeneke ciwan a Kurd e ku li zanîngeha Cambridge´ê teza xwe ya doktorayê di beşa civaknasiyê de dinivîse. Dîrîk beriya wê li Elmanyayê mastira xwe li ser mijara jin û dewra jinê di nava îdeolojî û tevgera PKK´ê de nivîsandibû. Halê hazir li ser tevgera jinê ya Kurd lêkolîna xwe dike û nexasim jî tevgera jinê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ber hev digire. Pirsa sereke ku Dîrîk dike ev in: gelo netewe dewlet çareseriya pirsgirêkan e, gelo çi alternatîf hene? Pîvana wê jî bi hevokekê weha ye: Azadiya civakekê mirov dikare bi azadiya jinê di wê civakê de bipîve. Dîrîk sala duyem a lîkolîna xwe li Kurdistanê bi hevpeyvînan dike. Akademîsyeneke ciwan teswîra jinên Kurd di akademî û çapemeniyê de çawa dinirxîne, teswîreke dûrî pêşhukim û propagandayê ya rewşa civakî ya jinên Kurd mimkin e, ji wan pirsan bûn ku Dilar Dîrîk pê dadikeve.

Jinên Kurd di gotarên akademîk û çapemeniya dinyayê de çawa cihê xwe digirin?

Di nava van herdu salên bihurî de guhertineke ecêb çêbû, di awayê cihdayîna jina Kurd û nexasim jî şervanên jin ê Kurd de. Dema min mastira xwe dinivîsî beriya bi sê salan çavkanî kêm bûn. Çavkaniyên ku nivîskarên wan li derveyî tevger û çarçoveya Kurd de bûn, peyda dibûn û ew gelekî neerênî bûn. Wan digot, şervanên jin ên PKK´ê tên xapandin, belangaz in û hwd dan ku ji malbatên xwe yên paşverû birevin. Hin gotar hene ku NATO sponzorê wan e û di wan de tiştên ecêb yên weke "ev jin dîn in û dilxirab in û dixwazin malbatê tine bikin"; bi rastî jî gelek tiştên cinsiyetparêz li ser jinên Kurd ên berxwedêr dihatin nivîsîn. Rengekî din ê teswîrkirinê ew bû ku dihat gotin, "Kurd texeyul dikin ku xurttir in" û filan û bêvan. Helbet mirov nikare bi Kurdbûnê xurtbûna vîna berxwedêr a jinên Kurd rave bike. Divê mirov li çarçoveya civakî, dîrokî û siyasî jî binihêre. Li dijî çar dewletan berxwedanek hebû, heye. Û berxwedana jina Kurd jî di nava vê çarçoveyê de pêk tê.

Ev guhertin çawa bû?

Piştî komkujiya li Parîsê, ev yek hêdî hêdî guherî. Pêşî mirov metelmayî man ku jinên Kurd ên şer dikin hene. Piştre, dewra jinên Kurd li dijî DAIŞ´ê, nûçe û gotarên erênîtir derketin. Gelek materyalên akademîk hîna nînin, lê di wan gotarên kurt ên akademîk de jî xuya ye ku nihêrîna li jinên Kurd erênîtir bûye. Lê belê niha jî motîvasyonên siyasî yên van jinên ku li dijî DAIŞ´ê şer dikin jî nayên dîtin, akademîsyen xwe li wan kerr dikin. Rojnamevan û filmçêker jî bi heman rengî tevdigerin. Ew hîç li îdeolojiya ku dike ew têbikoşin û şer bikin napirsin. Sedem jî bi ya min ew e ku ev motîvasyonên siyasî û îdeolojiya li pişt di aliyê navneteweyî de weke terorîst tên deqkirin, xwe hema kerr dikin.

Çima ev pirsgirêk e?

Rengê ku halê hazir jinên têkoşer ên Kurd di medyayê de cih digirin weke jinên sempatîk û bi pirranî bedew li gorî pîvanên wan gelekî bi pirsgirêk e. Lê dîsa jî erênî ye ku niha qet nebe tên dîtin û qebûlkirin û bi ser dejî bi awayekî erênî. Ew jinên şer dikin dibêjin, ev ne berxwedaneke ku hema ji tine peyda bû, em berxwedana xwe li ser hîmê têkoşîneke siyasî ya ji 40 salan û vir ve ava dikin. Lê ev nayê dîtin.

Herçî lêkolîna akademîk e, astengên sereke çi ne li pêşiya lêkolîna vê mijarê?

Di warê lêkolîna akademîk de pirsgirêkên destpêkê ew in ku gelek materyal û çavkaniyên ku mirov xwe bispêriyê nînin. Gelek kes hene ku dixwazin bi mijarê dakevin, lê ew neçarin nûçeyên çapemeniyê bişopînin. Li aliyê din ji ber ku tevgera Kurd demeke dirêj bi qesd hat marjînalkirin û yan jî piçûkkirin, ji ber wê jî gelek propaganda heye. Ew kesê elaqedar divê pêşî rastiyê ji propagandayê cihê bike, ji nav hev derêxe. Li aliyê din ji ber bicihkirina PKK´ê di nava lîsteya rêxistinên terorîst de dike ku gelek kes dev ji lêkolînên xwe berdin yan jî pêşiyê li wan digire ku dest bi lêkolînê bikin. Ango ev yek zerarê dike li zanistê jî. Li aliyî din gelek pêşhukm hene ku divê werin tinekirin. Lê mirov dixwazin fêr bibin…

Çavkanî nînin, lê ma hêvî…?

Nexasim li Kobanê mirovan tiştek vedît, berxwedana Kobanê hêviyek peyda kir bi wan re, ne bi tenî di nava akademîsyenan de belê bi giştî. Êdî mirov pê dihisin ku ya li Kabanê girîng ne bi tenê şerê li dijî DAIŞ´ê ye. Li sîstem û îdeolojiya li pişt vê berxwedanê jî dipirsin. Nexasim ji 2013´an ve eleqeya ji bo şerê jinên Kurd zêde bû. Di destpêkê de ev meraq bêhtir li ser şer bû û niha her diçe bêhtir li motîvasyona wan a siyasî jî tê pirsîn.

Oryantalîzma di biwara teswîrkirina jinên Kurd de gelo bi dawî bû?
Di nivîsên gerhokên ewrûpî yên sedsalên 18 û 19´an de jina Kurd weke azadtir tê teswîrkirin. Bêyî ku li sedemê civakî-aborî, avahiya civakî  were pirsîn. Mesela bipirranî ew jin jixwe ji malmezinan in û ji ber malbat yan jî milkên xwe cihekî wan ê diyar û xuya heye di nava civakê de. Lê heke mirov bi van mînakan bigihêje wê encamê ku Kurd ji ber KUrdbûna xwe di warê jinê de lîberaltir û azadtir in bi pirsgirîk e. Heke wisa ye, ma çima ewqas jin tên qetilkirin, çima ewqas zarokan didin mêr? Bi ya min ev bi tenê rêyeke hêsan a reva ji miameleya bi pirsgirêkên civakî re ye. Mane ya vê bi awayekî ne yekser ev e: Heke jinên Kurd ji Ereb, Fars û Tirkan azadtir in, naxwe ne lazim e em ji bo azadiyê têkoşin.
Dema em iro dibînin ku pirraniya parlemanterên jin Kurd in, sedema wê ne Kurdbûn e; sedema wê siyaset e, tevgera azadiya Kurd gelekê qîmet bi azadiya jinê daye. Li nava Kurdistanê bi xwe jî wisa ye. Dema mirov li Başûrê Kurdistanê dinihêre û li Rojavayê Kurdistanê dinihêre mirov dikare bippirse, çima jin li Rojava bêhtir di nava siyasetê de, li kolanê û hwd. hene? Elaqeya vê bi çanda siyasî heye. Di nava Kurdan de jî akademîsyen hene ku tiştên ecêb dibêjin, weke Kurd ji xwe azadtir in. Ev jî dike ku mirov gelek pirsan neke. Lê divê mirov van pirsan bike: Çima jina Kurd xuyatir e, azadttir e, di siyasetê de bîhtir xwedî vîn e? Ya rastî ew mirov naxwazin van pirsan bikin; dema dikin jî li şûna bersivan hemaseteke neteweperest dikin ku tu elaqeya xwe bi rastiya civakî re nîne.

Tu di lêkolîna xwe de tevgera jinan li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê li ber hev digirî.  Ew cihêtiya herî beloq ku dibêje ez va me li gora te çi ye?

Jinên ji Başûrê Kurdistanê bi xwe dibêjin, tevgera jinan li başûr nîne. Rêxistinên civaka sivîl hene, kovar û komîteyên piçûk hene. Lê belê ew yan bi ser herdu partiyên sereke ve ne, yan jî dema serbixwe ne derfetên wan nîne. Lê belê rêxistinkirina jinan di nava civakê de nîne. Xebatên baş hene yên li dijî şideta beramberî jinê. Lê belê ev proje elaqedar in bi şideta li dijî jinê lê ne bi sîstema baviksalar. Pirs nayên kirin ka çima du malbat û rêxistinên ji serî heta binî mêr tevahiya siyasetê kontrol dikin, çima di nava komîteyan de bi tenê di komîteya malbatê de jin hene û di yîn din de jin nînin? Di warên civakî, siyasî, huqûqî, aborî de gelek pirsgirêk hene, mirov jinan nabîne. Azadiya jinê di nava çarçoveya gelekî teng a feodal neteweperest de sînordar e. Herçî Rojava ye mirov dibîne ku jin timî weke mixalefetekê ne.

Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye

Weke mînak meclîsên gel hene û li kêleka wan meclîsên jinan hene û mafê wan ê vetoyê heye. Û ji destpêkê ve mirov li Rojava dibêjin Şoreşa Rojava ya jinê ye. Ji bo vê jî kevirên çarqozî datîne da ku piêtî krîz û şerî jî şoreş a jinê bimîne. Li Rojava şerê li dijî DAIŞ´ê di heman demê de şerekî felsefî ye jî. Mirov ne li dijî komkujî û jinkujiyên DAIŞ´ê şer dike, her weha li dijî mentalîteya di nava civaka wê jinê bi xwe de jî têdikoşe. Weke mînak jineke ku rastî destavêtinê tê weke qirêjbûyî tê dîtin, bêyî ku metalîteya destavêtinê were lêpirsîn. Ev yek jî ne bi tenê bi hevserokatî û meclîsên jinan dibe, ev her weha bi seferberkirina jinê di nava civakê de dibe ku armanca wê bicihkirina şandeke demokrasiyê ye. Ev cihêtî ne qeder e, ev girêdayî çanda siyasî ye. Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di vî warî de divê hîna gelek kar were kirin. Li Başûr pirsgirêkeke din ew e ku Başûr xwe li ber Iraqê digire û dibêje em ji wan çêtir in. Li Rojava mirov dixwazin mekanîzma û şerxên desthilatdar ên tepisandina jin û civakê tekrar nekin û li rêyên alternatîf digerin; avahî û çerxên siyasî ku pê mirov bi xwe tevlî dayîna biryarên siyasî dibin tên avakirin.  



LUQMAN GULDIVE