Pêşengeha Banga Şaristaniyê ku ji aliyê desteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Şûnwaran a Kantona Efrînê li Helebê hat li darxistin bi dawî bû.
Pêşengeh li Mala Yekîtiya Ciwanan a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê hat li darxistin û doh bi dawî bû. Bi sedan şêniyên taxê û saziyên civakî beşdarî pêşengehê bûn. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Medya Hemdik axivî û got: “Bi riya pêşengehê me şûnwarên Efrînê berî û piştî dagirkirinê nîşanî tevahî cîhanê bidin. Dewleta tirk ne tenê êrişî Kurdan kir, di heman demê de deverên me yên dîrokê jî talan û wêran kir. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin çavên xwe veke û vê hovîtiya hatiye kirin bibîne.”
Paşê sinevîzyonek li ser şûnwarên Efrînê hat pêşkêşkirin. Her wiha di dawiyê de mêvanên ku beşdarî pêşengehê bûne tabloyên ku li holê hatine daliqandin temaşe kirin.
ANHA/HELEB