Rêveberiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê deriyê Pêşangeha Pirtûkan a Herekol vekir. Komîteya amadekar diyar kir ku hejmara pirtûkên hatine pêşandan, gihaştiye 8 hezar û 500’an.
Qamişlo bi pirtûkan xemilî
Li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi slogana “Civaka dixwîne, bi pêş dikeve” bi beşdariya 34 sazî, weşanxane, komîteyên çandî, nivîskar û rewşenbîrên serbixwe yên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangeha pirtûkan vekir.
Vekirina pêşangehê bi beşdariya malbata Şehîd Hisên Şawîş (Herekol), fermandarên YPG, YPJ, QSD, şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid, şandeya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, şandeyên ewropî û erebî yên beşdarî komcivîna navdewletî ya der barê DAIŞ`ê de bûbûn, hate vekirin.
Komîteya amadekar a pêşangeha pirtûkan diyar kir ku hejmara sernavên ku hatine pêşandan 8 hezar û 500 e û hezar û 113 bergehên cuda ne bi cureyên çandî, siyasî, helbest, çîrok, wêje, folklorîk, zanistî, felsefî, dîrokî, olî û roman in û ev jî li gorî zimanên erebî, kurdî, îngilîzî, suryanî û tirkî ne. Di pêşangehê de di gel pêşangeha pirtûkan pêşangeha wêneyên girêdayî parastina ku ji aliyê Hêzên Asayîşê ve ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tê kirin, hate pêşandan.
‘Jiyana xwe xist xizmeta gelê xwe’
Di destpêka vekirina pêşangehê de hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ilyas Sîdo xêrhatina beşdaran kir û spasiya komîteya amadekar kir û wiha got: “Her sal di 20`ê meha Tîrmehê de, ev pêşangeh wekî xelatkirina şehîd, nivîskar, rewşenbîr û têkoşer Hisên Şawîs ê ku jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe da, li ser navê wî tê vekirin.”
Ilyas Sîdo diyar kir ku pêşangeh xwedî gelek rehendan e, ji wan hişyarkirina civakê bo xwendinê û belavkirina çanda xwendinê di nava hemû pêkhateyên gel de.
Bernameya Pêşangeha Herekol a Sêyemîn wê 5 rojan dewam bike û ji saet 10:00’an heta 13:00`an û ji saet 17:00’an heta 21:00’an vekirî be. Tê zanîn ku diyalogên girêdayî wêjeyê wê werin lidarxistin.
ANHA/QAMIŞLO