
Di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Kobanê Saziya Zimanê Kurdî li Dibistana Şehîd Berfîn a li taxa Şehîd Peyman pêşengehek hunerên destan û wêneyên zarokan vekir. Pêşengeh bi amadebûna dehan mamosteyên ziman, zarok û welatiyên taxê û şagirtên dibistanê bi şahiyekê hate nîşandan.
Di vekirina pêşengehê de bav û dayika tekoşer Berfîn û malbata wê, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, Cîgira wî Bêrîvan Hesen û Serokê Desteya Perwerdeyê Hisên Mihemed Elî jî amade bûn.
Di pêşengehe de Serokê Desteya Perwerdeyê Hisên Mihemed Elî axivî û hemu destên ku di amadekirina vê pêşengehê de xebitîn silav kir. Elî wisa got: “Me dikaribû li ber şopên xerakirin û ruxandinê sîstema xwe ya jiyanî û perwerde vegerandana. Îradeya gelê me jî di vir de temsîl dibe. Min her digot perwerde jî çepereke din li pey çeperên berxwedanê ye”.
“Du zarokên min gihiştin şehadetê”
Li ser navê malbata şehîd Berfîn bavê wê Nûh Umer axivî û ev tişt gotin: “Ji bo herdu zarokên min ên şehîd Kawa û Berfîn jî xwendin û çek rakirin û dest bi leşgertiyê kirin, armanca wan doza gelê Kurd bû. Herdu zarokên min gihiştin şehadetê. Vaye îro em bi zimanê xwe û di bin siya ala xwe de dijîn. Heya em hebin jî emê li ser riya wan tekoşîna xwe bidomînin”.
Piştî re Serokê Meclîsa Rêveber û Serokê Desteya Perwerdeyê Enwer Muslim û Serokê Desteya Perwerdeyê Husên Mihemed Elî pêşengeh vekirin û tevî beşdaran karên zarokan temaşe kirin.
Piştî re Mihemed Elî axivî û got “Vê pêşengehê îsbat kir ku pênûs her li ber şûr bi ser dikeve, û îradeya jiyanê li gelê me ji bombeyan bi hêztir e.”
Enwer Muslim ji bal kişand ser pîvanên civakekî axlaqî û wiha got: “Em ji vê bawer in ku em di riya rast de ber bi civakeke exlaqî ve ve dimeşin. Li ser navê xwe û rêveberiya herêmê em hemu amadekaran, rêveberiya dibistana Şehîd Berfîn û hemu kadroyên wê û bi taybet Serokê Desteya Perwerdeyê birêz Husên Mihemed Elî spas dikin”
Li her derê Kobanê nivîsandin
Di pêşengehê de tiştê ji aliyê zarokan ve habibû amadekirin avahiyên ku bi karton û pelan hatibûn çêkirin. Hin ji wan tevî ajalan û hin bi park û bê park bûn. Lê tiştê herî balkêş jî li ber her karekî navê Kobanê hatibû nivîsîn. Her wiha mirov rastî gelek wênexêzên ku tenê têde navê Kobanê yan jî gotina Azadî bi gelek rengan hatiye danîn hebû. Girêdayî rewşa ku niha tê jiyîn jî hin zarokan şeklê hin çekan jî bi pel û blastîkê jî çêkiribûn.
Zêdetirîn mal û avahî çêkirin
Mamosteya zimanê Kurdî li dibistana Şehîd Berfîn Rîhab li ser karên zarokan wiha got: “Ev pêşniyara zarokan bû û em bi wan re bûn alîkar. Her tiştên di vê pêşengehê de tê pêşandan bi destên wan zarokan hatiye amadekirin. Yê herî zêde hatiye çêkirin mal û avahî ne. Hin çek jî hene. Ev balkêş e. Zarokên ku çavê wan li her tiştê ku li welatê wan qewimî vebû, bi çêkirina malên ji kartonan îro rewşa xwe vegotin. Belkî ew van malan hêvî dikin. Me xwest zarokan dûrî rewşa şer bixin lê bi karên xwe wan şerê hat kirin dîsa vegotin”
ANHA/KOBANÊ