
YEKO ARDIL / STRASBOURG
Çalakiya ji bo sihet û ewlehiya Ocalan li Strasbourgê destpêkirî di roja xwe ya 34´an de dewam dike. Pêşengên çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê banga beşdariyê nexasim jî li jinan dikin û dibêjin, “Xwedîderketina li Ocalan, xwedîderketina li siberoja me û azadiya me ye.”
Pêşengî û pirrbûna jinan di çalakiya rûniştinê ya li Strasbourgê ji bo ewlehî û siheta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, timî derkete pêş. Yek jinên çalak jî Filiz Çakallik e. Ew ji Bazarcixê ye, û hevseroka Meclîsa Gel a Ludwigsburgê ye. Çallik di heman demê de xebatên têkiliyên meclîsê ên derve de jî kar dike. Ew ji siyasetvanên di Partiya Die Linke (Partiya Çep) de ye û endamê meclîsa şaredariyê ye jî li Ludwigsburgê. ew ji bo girîngiya çalakiya li Strasbourgê dibêje, “Divê ev yek bê zanîn ku em naxwazin weke kesên din divên, lê weke ku Rêberê me dixwaze bibin Kurdên azad.” Pê re jî ew îşaret pê dike ku elaqe û girîngiya bi çalakiyê tê dayîn kêm e û vê bangê nexasim jî li jinan dike: “Di dilê Kurdan de divê timî hezkirina ji Rêeber re hebe. Nexasim jin divê bi eşq û evîneke mezintir xwedî lê derkevin.”
Çakallik îşaret bi helwêsta êrişakar a polêsê Elman li Dusseldorf û Hannoverê kir û got, “Li dijî van êrişan nabe em bêdeng bin. Divê em miracaetî dadgehan bikin û doza xwe biajon.”
‘Gelê bê Rêber nabe’
Ji Kurdên ji navçeya Kayseriyê Sarizê, Sultan Kara bi xwe ji Euskirchenê beşdarî çalakiyê dibe. Kara ji salên 90´î ve li Elmanyayê dimîne. Kara hîna ji destpêka salên damezrandinê ve PKK´ê nas dike û li Tirkiyeyê 11 salan di girtîgehê de maye. Kaya dibêje, dema ew zewiciye, wê PKK nas kiriye û destpêkê pirr nerazî bûye û rojekê ji hevjînê xwe re gotiye, “yan ez yan jî partî“, hevjînê wê jî lê vegerandiye û gotiye, “helbet partî. Vê dilsoziyê kir ku ez li ser mijarê bihizirim. Min êdî Rêeberê gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd nas kir. Niha ez di rêveberiya komeleyê de cihê xwe digirim. ji bo sihet û azadiya Ocalan ez hatim vir. Ew Rêberê me ye, gelekî bê rêber nabe. Banga min li her kesî ev e: Em xwedî li Serok Apo derkevin.”
Morala çalakiyê
Saadiye Kardaş, ji bajarê Elmanya Freiburgê beşdarî çalakiyê dibe û Berdevka Meclîsa Jinan a Nûda ye. Ji destpêka çalakiyê ve li Strasbourgê ye. Ew wisa behsa çalakiyê û beşdariya xwe dike: “Di meclîsa me de 27 kes hene û bi bêhtirî 200 jinan re têkiliya me heye. Em her roj tên meydana çalakiyê. Di dabînkirina pêdiviyên rojane de em weke meclîs cihê xwe digirin. Ev çalakî gelekî girîng e, mesele ewlehî û siheta Rêeberî me ye. Nexasim jî em jin, em ê li Rêeberê xwe xwedî derkevin, bibin yek û li dora wî xelekekê çêkin. Xweîdekertina li Rêeberê me xwedîderketina li siberoj û azadiya me ye.”