
Ûta Schneederbanger û Ekîn Ceren Dogrûak, li Elmanyayê hatin bibîranîn. Ûta Schneederbanger û Ekîn Ceren Dogrûak, ku weke Uta-Amara cihê xwe di hiş û mejiyê Kurdistaniyan de girtin, di salvegera 12. a şehadeta xwe de hatin bibîranîn. Însiyatîfa Jinê û Weqfa UtAmara, merasîma bibîranînê organîze kir.
Tevî dê û bavê Uta Schneiderbanger, heval û dostên wê, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan û Kurdistaniyên li Koln, Dusseldorf, Dortmund, Duisburg û li bajarên hawîrdorê, Uta û Amara li ser gora Schneiderbanger ya li bajarê Elmanyayê Mulheim Ruhrê bi bîr anîn. Di bibîranînê de ji Însiyatîfa Jinê ya CENÎ, Asmîn Riha axivî û got, “Mîna Ronahî Elman a sala 1998’an şehîd bûyî, Uta û Amara jî bûn pêşengên meşa înternasyonalîst. Têkoşîn bê navber dewam dike, berdêl jî tên dayîn. Bi vê wesîleyê, ez Ayşe Denîz Karacagîl a li Reqayê şehîd bûyî bi rêzdarî bi bîr tînim.”
‘Em ê têkoşîna wan bi ser bixin’
Rêvebera Weqfa Jinê UtAmara, Sandra Cray jî got, “Ji bo biserxistina têkoşîna wan, em perwerde û zanekirina jinê esas digirin. Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye.”
Li ser navê TJK-E jî Medya Mardîn peyivî û got, “Têkoşîn ne tenê li Kurdistanê ye. Di heman demê de ji bo mirovahiyê ye. Di şexsê dewleta Tirk û DAIŞ‘ê de li dijî hemû paşverûtiyê şer tê kirin. Rizgarî jî wê ya hemû mirovahiyê be. Ez berxwedana înternasyonalîst Ayşe Denîz Karacagîl ku em wê ji berxwedana Geziyê nas dikin û li Reqayê şehîd bûyî, tevî hemû hevalên wê bi bîr tînim. Em ê têkoşînê mezintir bikin.”
MUHLHEIM