Emîne Tahir ku 5 zarokan xwedî dike, di xebatên xwe yên Meclisên taxan de çalak e, her wiha ew li bendên kontrolê jî nobetê digire. Ayşe Silêman ku endama Meclisa Taxa Botan e diyar kir ku ew ji bilî xebatên xwe yên meclisê, bi alîkariya jinên taxê xwarinê ji şervanên Yekineyên Parastina Gel (YPG) re amade dike.
Ayşe dayika şehîd Laleş ya di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye wiha axivî: “Dema ku kurê min şehîd ket ez pir xemgîn bûn, lê ez têgihiştin ku azadî bê qurbanî pêk nayê, şehîdên kurd hemû zarokên min in, em ê riya têkoşîna wan bişopînin.”
Edla Xelîl Nasan a 60 salî û dayika du şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê Baz û Leheng e, diyar kir ku ew girêdayî bîranînên şehîdan e û dê heta dawiyê vê têkoşînê dewam bike.
KOBANÊ