Di komkujiya 33’ê Guleyan de bavê Dayika Bedîle jî hatibû qetilkirin. Dewleta Tirk kurê wê jî bi îdîaya ‘qaçaxçitiyê’ dike qetil kir.
Bedîle Demîrbacak niha 85 salî ye. Ew li gundê Şerefxane yê Mehmûdiya Wanê ye. Bavê wê di Komkujiya 33 Gleyan de hate kuştin, kurê wê jî di sala 2006’an de li heman herêmê bi îdîaya ‘qeçaxçitiyê dike’ hate kuştin.
Bedîle Demîrbacak ku şahida Komkujiya 33 Guleyan e, qala serpêhatiya xwe kir.
Dewleta dagirker efû nake
Di Tîrmeha sala 1943’an de di Komkujiya 33 Guleyan de bi fermana orgeneralê Tirk Mûstafa Mûglali tevî 33 kesan, bavê Bedîle, Memî jî hate qetilkirin.
Demîrbacak ev bûyer ti carî ji bîr nekir. Di sala 2006’an de bi hinceta ku bazirganiya li ser sînor kiriye, kurê wê Cemîl ji aliyê eskerên Tirk ve hate qetilkirin. Bedîle Demîrbacak dema komkujiya 33 Guleyan tîne bîra xwe û dibêje, efserê Tirk Hasan avêt ser gundê wan, girî li wan qedexe kir û nehişt ku ew şîna xwe jî bigirin. Demîrbacak diyar kir ku dewleta Tirk gelekî zilm li wan kiriye, lewma jî ew dewletê efû nake.
Êşkenceya hefteyekê
Demîrbacak hingê 10 salî bû û niha 4 zarokên wê hene. Wê got, “Şevekê bavê min û gundî birin. Jixwe, berê jî li gundan zilmeke mezin hebû. Serçawiş û leşker timî diavêjin ser gundan û li mêrên li gund dixistin. Navê bavê min Memî bû. Carekê piştî ku li bavê min xistin, ew anîn malê û her deverên wî birîn bûbûn. Dayika min dema ku got, çavê wê gelekî diêşe, serçawiş jî bi dengekî bilind keniya û got, ‘hevserê te li vir e bila te bibe nexweşxaneyê’. Dayika min gelekî bi hêrs bû û jê re got, ‘Hefteyeke te hevserê min biriye û lê xistiye, wê çawa min bibe doktor’.
Cenaze jî rehîn kirin
Tê bîra min, ku 33 kes 15-20 rojan li Mehmûdiyê hiştin. Li wê deverê xistin odeyeke biçûk. Dema ku em digiriyan bavê min got, ‘Negirîn, wê piştî 3-4 rojan me berdin’. Haya me jê nebû ku wê wan bikujin. Em timî diçûn serdana wan. Me betanî û xwarin ji wan re dibir. Carekê em 40 jin û gelek zarok me bi xwarinê berê xwe da Mehmûdiyê. Dema ku em nêzî Mehmûdiyê bûn komeke eskeran em asteng kirin û xwestin em vegerin gund. Dema ku me ji wan re got, ‘em dixwazin xwarinê ji yên girtî re bibin’, ji me re gotin, ‘ew hemû hatine kuştin’. Li derdora Gola Êngizê eskeran dor li me girt. Me xwest cenazeyên xwe wergirin, lê gotin ‘qedexe ye’. Me xwest cara dawî cenazeyên xwe bibînin, lê gotin ‘ew jî qedexe ye’. Herêma ku 70 sal in cenaze lê ne, bi têlan hatiye pêçan û nahêlin em biçin wê deverê.”
WAN