Li Bakur û Rojhilatê Sûrî di Cejna Qurbanê de, piştî nimêjîn eydê gel çû ser goristanan.
Ji bilî axaftinên oldaran ên di xutbeyan de li ser wateya rojê kirin, di dema serdana goristanan de jî axaftin hatin kirin û hate gotin, şehîd rûmeta gel in, û ew ê li têkoşîna wan xwedî derkevin.
Her wiha hate gotin di serî de li dijî dagirkeriya Tirk li dijî dagirkeran hemûyan divê danûstandina di navbera gelan de ji berê bêhtir were geşkirin.
Bi saya şehîdan ewlehî heye
Li goristanên cangoriyên azadiyê, gel ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêşwazîkirin. Şêniyan gul danîn ser gorên şehîdan û Fatîhe xwendin. Li goristanan, axaftin ji aliyê saziyên sivîl, leşkerî û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin kirin. Qisekeran serbilindiya xwe bi şehîdan anîn ziman. Di axaftinan de, hate diyarkirin ku bi saya şehîdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehî û îstiqrar heye û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Qisekeran xwest aştî li herêmên Sûrî hemû pêk were, aloziya li Sûrî çareser bibe, koçber û penaberên ji Sûrî li malên xwe vegerin û Sûriyeke demokratîk û nenavendî çêbe.
NAVENDA NÛÇEYAN