Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şehîdên 12`ê Adarê bi çalakiyên cûr bi cûr hatin bibîranîn. Ji bo bibîranîna salvegera 15`an a Serhildana Qamişlo, bi dirûşma “Bi serketinên 12`ê Adarê heta serketinên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” karnavalek li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Karnaval ji aliyê desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hat organîzekirin.
Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, malbatên şehîdên 12`ê Adarê, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û endamên desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî karnavalê bûn.
Soz dan şehîdan
Hêzên Ewlekariya Hundir û hêzên trafîkê parastina girseyê kir. Bi beşdariya Hêzên Erka Xweparastinê ji bo bibîranîna şehîdan rêûresmeke eskerî hat lidarxistin. Di merasimê de berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd bi navê hêzên eskerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi navê malbatên şehîdan a herêma Cizîrê jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Masûm Hesen peyivîn û soza xurtkirina têkoşînê da. Di karnavalê de maçek di navbera tîmên herêma Cizîrê û Dêra Zorê de hat lîstin. Karnaval bi stran û dîlanên şoreşgerî bi dawî bû.
Daxwezên gelan paşguh kirin
Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê jî bi daxuyaniyekê şehîdên 12´ê Adarê bi bîr anîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Mezlûm Cimo ve hate xwendin. Mezlûm Cimo zîhniyeta nijadperest û olperest ya ji aliyê desthilatdaran ve dihat meşandin bi tundî şermezar kir û got; “Bi rêya van helwêstên qirêj gelek neheqî li gelan hatiye kirin, vê desthilatdariyê gelek mafên rewa yên neteweyên Kurd, Suryan, Çerkez û hwd paşguh kirin û bi demê re ew maf hatine qedexekirin.”
ANHA/QAMIŞLO