Mamoste Îsmaîl Altox: Beriya ku zimanê axaftinê bi pêş keve, mirovan bi govendê ango bi zimanê bedenê xwe îfade kiriye. Lê belê ev yek di nava Kurdan de bi awayekî xwezayî derketiye holê. Kurdan êş, kefxweşî, şahî, şer, hewar, xebat û ked herdem bi govendê anîne ziman.
DENÎZ ÎKE / ANF/AMED
Folklor û govend zanîstek e ku bi gel tê naskirin. Folklora Kurdî bi dewlemendî, rengînî û dîroka xwe ya ku xwe dispêre dengbêjiyê tê naskirin. Folklora Kurdî hem ji aliyê stiranên gelêrî, muzîk, govend û dîlanê ve, û hem jî ji aliyê wêne, helbest, çîrok û şanoyê ve pir dewlemend e. Govend beşeke girîng a çanda Kurdî ye û ew di heman demê de liv û tevgereke muzîkî ye. Rîtmeke bedenî ya wisa ye ku hestên mirovan tevan dertîne holê. Çawa ku yên dilîzin kêf dikin, yên temaşe dikin jî keyf dike. Li gorî herêman gelek rengên govendê hene, di hinan de jin û mêr tevde, di hinan de jin tenê, di hinan de jî mêr tenê direqisin. Her rengê govendekê navekî wê heye û li gorî herêman nav jî ji hev cuda ne.
Bi ciwanên HADEP´ê dest pê kir
Mamosteyê Govendê Îsmaîl Altox di çand û hunerê Kurdî de govend nirxand û der barê kursên govendê de jî agahî dan. Altox anî ziman ku dema mirov wate û rola govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunerê Kurdî de bi rolekê rabe û bide fêmkirin. Altox da zanîn ku piştî gundê wan ji hêla dewletê ve hate şewitandin, ew neçar ma ku bi malbata xwe re koçberî Îzmîrê bibe û wiha qala çîroka xwe kir: “Di 1995’an de bi ciwanên HADEP’ê re min dest bi govendê kir. Jixwe, ez zarok jî bûm min gelek ji govendê hez dikir. Bi heval û dostan re em her demê diçûn dawetan û me govend digerand. Bi Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) min dest bi xebatên hunerî kir. Ji wê rojê ve, ev 25 sal in ku ez bi govendê re elaqeder dibim û li ser govendê şagirtan perwerde dikim.”
Govend weke ziman
Îsmaîl Altox di çand û hunerê Kurdan de govend nirxand û da zanîn ku govend ji dîrokê heta roja îro di çanda Kurdan de heye û got, “Govend di çanda Kurdan de zanistek e ku bi liv û tevgerê, xwe tîne ziman. Dîrokeke nivîskî ya govendê tineye. Lê belê ji dîrokê heta roja îro, her dem govend di nava Kurdan de heye û weke ziman hatiye bikaranîn. Beriya ku zimanê axaftinê bi pêş keve, mirovan bi govendê ango bi zimanê bedenê xwe îfade kiriye. Ji bo vê yekê, liv û tevger ti carê ji bendana mirovan kêm nebûye. Liv û tevger her demê di nava mirovan de hebûye. Lê belê ev yek di nava Kurdan de bi awayekî xwezayî derketiye holê. Kurdan êş, kefxweşî, şahî, şer, hewar, xebat û ked herdem bi govendê anîne ziman. Mînak, dema kar dixebitin û tirpanê bi kar tînin bi awayek xwezayî distrînin û govendê digerînin. Hem kar dikin hem jî govendê digerînin. Kurdan her demê hestên xwe bi bedena xwe ango bi liv û tevgerê aniye ziman. Berê, di nava qabîleyan de 40 roj û çil şevan şahî li dar diketin. Bi demê re ev yek hate guhertin û niha veguheriye çend saetan. Di van şahiyan de dengbêjî û govend bi roleke mezin radibin. Mirov dikare bibêje, têkiliyeke xurt a dengbêjiyê û govendê bi hev re heye.”
Şevbuhêrk ji govendê re
Îsmaîl Altox govend weke ruhê zindî yê Kurdan bi nav kir û got, “Gelê Kurd di her warê jiyanê de govendê digerîne û govenda Kurdan xwedî dewlemendiyeke mezin e. Dehol û def amûreke kevnar a çanda Kurdan e. Di wexta xwe de ev amûr ji bo hewar, şahî, şer û şînê jî hatiye bikaranîn. Di govendê de gelek ritmên sewalan jî hene. Minak dehol ritma hesp e. Govend ruhê zindî yê Kurdan e. Berê çawan şevbuhêrkên dengbêjan dihatin danîn, şevbuhêrkên govendê jî dihatin danîn. Li hev diciviyan û govend digerandin. Gund bi gund govendger digeriyan û li herêman govend digerandin. Mirov dikare bibêje, çand û hunera Kurdî, dîroka Kurdan heta roja îro aniye û zindî hiştiye. Zimanê yekemîn ku Kurdan ji xwezayê girtiye, govend e.”
Dersên govendê dide
Îsmaîl Altox der barê kursên govendê de jî agahî dan û got: “Niha di bin sêwana Mala Çandê ya Dîcleyê de nêzî 15- 20 kursên me yên govendê hene. Dîsan komên me yên amade hene ku ew govendê baş digerînin, ew jî nêzî 20 kesan in. Nêzî 40 xwendkarên me hene. Ji ber ku em li Amedê ne, em govendên herêma Amedê nîşan didin. Lê belê em bi govendên parçeyên Kurdistanê hemûyan re elaqeder dibin.”