Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ev 21 sal in ku dûrî welatê xwe yê lê şer dewam dike, xebatên çand û hunerê didomîne. NÇM 27'ê Îlona 1991’ê ji aliyê komek rewşenbîr, karker û xwendekarî ve bi pêşengiya Apê Mûsa (Mûsa Anter) hat damezirandin. NÇM ya ku ji bo çand û hunera Kurdî li ser piyan bigire, pêşiyê bigire li polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê hat damezirandin, ji bo danasîna çanda Kurdî de jî bi roleke mezin rabû. NÇM'ê heta niha di beşên muzîk, şano, sînemayê de gelek xebat meşandin li gelek cihan jî şaxên xwe vekirin. NÇM jî wekî hemû saziyên Kurdan rastî pêkûtiyan hat, xebatkarên wan hatin girtin, rastî êşkenceyan hatin û hatin astengkirin. Lê ligel van hemû astengiyan jî di qada çand û hunera Kurdî de şoreşek pêk anî. Veguherî alternatîfeke dibistanên dewletê. Ji hunermendên NÇM’ê, Çiya qala xebat, rol û misyona NÇM'ê kir.


'Bi pêkûtiyan dixwestin bitirsînin'

Çiya dibêje, çanda Kurdan wê demê bi polîtîkayên dewletê yê asîmîlasyonê ve rû bi rû bû, armanca damezirandinê jî pêşîgirtina li asîmîlasyonê û bipêşxistina çanda Kurdan bû. Çiya tîne ziman ku piştî damezrandina NÇM´ê gelek caran rastî pêkûtiyên dewletê hatiye û wiha dewam kir: "Polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê pêk dianîn. Wê demê nêzîkatiya sîyasetê ya li dijî NÇM'ê cuda bû. Ango dema ku Kurd bin, wan her tişt wekî terorîzm nîşan dida. Her hefte zext li me dikirin. We demê kî bihata saziyê, ew digirtin. Pirsa, çima hûn li vir in, ji wan dikirin. Ligel ku em xebatkarên saziyê bûn jî, me digot, em mêvan in. Wê demê li ser navê çanda Kurdan meşandina xebateke bi vî rengî zehmet bû. Kê destê xwe bida me, dihat tirsandin an jî dihatin girt."


'Bû dengê gelê tê tepisandin‘

Çiya destnîşan dike ku ligel hemû polîtîkayên çewisandinê jî bi biryardarî heta îro hatine, NÇM ji bo gel ciheke bîhnvedanê bû û wê demê ev rola xwe bi cih anî. Çiya yê ku gotina "NÇM bû dengê gelê tê tepisandin“ bi kar tîne, diyar dike ku xeyala muzîkjenan ew bû ku li cihekî wekî NÇM’ê, cihê xwe bigirin. Çiya tîne ziman ku ji roja damezirandinê ve li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe didin û wiha dipeyive: "Min berê xeyal dikir ku li Kurdistanê di dawetekê de gelo em ê karibin bi Kurdî stranan bistrên. Ji wan rojan heta kû derê em hatin. Niha li pêşberî bi milyonan kesan em stranên bi Kurdî distrên. Ev ji xeyalên me wêdetir bû."


'Apê Mûsa hêz dida me'

Çiya di 18 saliya xwe de Apê Mûsa nas kiriye û bîranînên xwe yên bi wî re jî wiha îfade dike: "Apê Mûsa gelekî baş bi Kurdî diaxivî. Nihêrîna wî ya ji bo jiyan û têkoşînê gelekî berfireh bû. her tim ji me re digot, netirsin û hêz dida me."


'Divê em xwedî li dîroka wan derkevin'

Çiya bi bîr dixe ku NÇM ya ku gelek berdêl dane û heta îro hatiye, di rastiyê de rol û mîsyona xwe bi cih aniye, ji bo çanda Kurdî mîladek e. Çiya dibêje, NÇM îro jî rastî zextê tê, xebat û bernameyên wan her tim tên astengkirin, kesên ku tên NÇM'ê ji aliyê polîsan ve tên tirsandin û gotina xwe wiha bi dawî dike: "Asîmîlasyon hê bi dawî nebûye. Ji bo vê divê em têbikoşin. Êşên wê demê û hevrêtiyên xweşik ên wê demê divê em li ser piyan bigirin. Divê em xwedî li dîroka wan derkevin."


SADIYE ESER / DÎHA / STENBOL