Semîner li Otela Tîtanîk bi tevlîbûna ji YNK´ê Ekrem Mîhirdad, nûnerê Tevgera Goran Mecîd Salim, nûnerê KCK’ê yê Başûrê Kurdistanê Ferhan Amara û mamostayê zanîngehê Mehdî Ebubekir pêk hat. Di semînerê de nûnerên hemû alî û rêxistinan ên amade bûn, bal kişandin ser giringiya pêkhatina Kongreya Neteweyî. Ekrem Mîhirdad ê ku li cihê endamê rêveberiya YNK´ê Ferîd Eseserd amade bû, wiha got, “Li gor min tişta giring ewe ku heya niha Kurdan nekariye yekîtiyekî neteweyî çêbikin? Dema ku niha mirov li gel kîjan partiyê diaxive, diyar dikin ku ew bi pêkhatina Kongreya Neteweyî keyfxweşin. Belê heya niha ti bingehek ji bo pêkhatina kongreyê nehatiye çêkirin.”
´Em vê fersendê wenda nekin´
Piştre Ferhan Amara li ser giringî û pêkhatina Kongreya Neteweyî axifî û wiha got: “Dibe ku îro şerê tê meşandin li dijî DAIŞ’ê be. Belê sedema xwe ya rast dewletên ku îro li Rojhilata Navîn dema wan bi dawî hatiye. Lê ji bo temenê xwe dewam û dirêj bikin, şer didin dewamkirin. Pêwîste ku em weke Kurd parastin û siyaseta neteweyî weke erka xwe ya bingehîn û karê rojane bibînin.” Amara diyar kir ku Kurd îro bûne yek û wiha dewam kir; “Em bi wekhevî û yek helwestê dikarin biserbikevin. Mînaka vê îro li Rojava û Başûrê Kurdistanê tê jiyîn. Îro dewletên dagirker ji hemû demê lewaztir bûne û Kurd jî ji hemû demê bihêztirin. Ji bo wê jî em weke Kurd vî firsendê winda nekin û hêzên xwe bikin yek. Ger Kongreya Neteweyî pêk were, wê demê li herçar parçeyên Kurdistanê dikare statuyekî bihêz bê avakirin. Emê bikarin di pilansaziya nû ya nexşeya Rojhilata Navîn de cih bigirin. Lê ger ku Kongreya Neteweyî pêk neyê wê ev firsenda dîrokî ji destê me biçe û dibe ku ev firsend 10 salên din jî nekeve destê me.” Amara di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Pêwîste hemû hizib û partî dest ji hesabên xwe yên teng berdin û berjewendiyên xwe danin aliyekî. Îro yekîtiya neteweyî giringtire ji berjewendiyên hizbî.”
ŞOREŞ BENEK/SILÊMANÎ