Demîrtaş naveroka hevdîtinê ji DÎHA’yê re nirxand.  Demîrtaş, diyar kir ku  Ocalan di hevdîtina dawî de ji hemû gel û ji hemû rêhevalên xwe yên girtî re slav û heskirinên xwe yên taybet şand û wiha got: “Birêz Ocalan ku niha 65 saliye li giravê ligel hemû derfetên zor û zehmet dîsa bi avayekî bêhempa li ber xwe dide. Pirsgirêkên wî yên tunduristiyê yên wekî, şilbûna çav û diltengî hêj didome. Lê bi giştî moral, kelecanî û rewşa tenduristiyê ya fizîkî baş bû. Li ser vî esasî ji hemû kesî re silavên xwe şandin."

Demîrtaş, destnîşan kir ku çûna heyetan a giravê divê baş bên kirin û bi heyetên BDP'ê yên her 15 roj û carekî têrî nake û ev tişt anî ziman: "Ji serî ve birêz Ocalan vê dibêje. Çûna giravê ya ji parlamenterên partiya me pir girîng e, ji bo pêşketina pêvajoyê bêguman girîngiya xwe heye. Lê ev têrî nake. Divê ji bilî me rêxistinên civakî yên sivîl, endamên çapemeniyê, nivîskar, rewşenbîr û hwd.  jî karibin biçin giravê û bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heke nêzîkahiyek wiha tune be demek heta îro weke ya birêz Ocalan wek navgîn digirin dest. Ger rewşa wî wek e stratejîk bê hesabkirin divê pêşiya van hevdîtinan jî bên vekirin. Pêwîst e têkilî û temasa bi derve re ya ji bo pêvajoyê pêş bixin.”
Demîrtaş, der barê rewşa Ocalan de jî ev tişt got: "Birêz Ocalan got 'ez ji bo kesayeta xwe, rewşa xwe yê kesayetiyê nabêjim. Ji bo ez pozîsyona xwe ya serokatiyê, rola min a ji bo pêvajoyê û pozîsyona xwe bilîzim, dewletê jî, gel jî, BDP'ê jî her tim li ser min ferzkirin. Ez diwazim niha rola xwe bilîzim. Ji ber vê yekê yên van tiştan li ser min ferzkirin, ên rica ji min kirin bila niha pêşiya min vekin. Min bi ferzkirinê, bi zorê xwe nekir serok. We xwest. We xwest ez rol bigirim. Ez jî niha rola xwe dilîzim. Lê heke hûn wek e enstruman û navgînekî nêzîkî min bibin ez ê nikaribim alîkarî bidim pêvajoyê. Heke bixwazin ez di pêvajoya Sûriye, Misir û rewşa kaotîk a di Rojhilata Navîn û Tirkiyê de rola erênî bilîzim, divê rewşa min li gorî karibim mudaxeleyê pêvajoyê bikim û derfet zêdetir bên sererastkirin. Ev jî tê wateya rewşa min ji rewşa navgîniyê derdixe û dê bixe rewşa stratejîk."

Divê parêzer biçin
 
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, anî ziman ku ji parêzerên xwe re silav şandiye û gotiye pêwîst e parêzerên wî girtî bên berdan û wiha berdewam kir: “Hewce ye nîqaşa çûn û hatine parêzeran nebe mijara gotinê. Heta niha min viya nekiriye pirsgirêk. Ji ber ku bi we û heyetê re hevdîtinên min pêk hatin. Lê ji nija şûnde hewce yehatina parêzer û rojnamevanan nekin pirsgirêk.’ Ev jî wekî şert û sepandinê dernakeve holê. Ev pêwîstiya awarteya muzakereyan e. Ger ku muzakere pêşbikeve hewce ye ev bi hêsanî pêk werin.”
Demîrtaş, bi lêv kir ku Ocalan diyar dike ku di qonaxa yekemîn de tiştên ku jê hatine xwestin hemûyan pêkaniye û wiha domand: “Birêz Ocalan, dibêje ‘Hevdîtinên me kirine tiştên ji min xwestine temamî rawestina mirin û şer û destpêkirina paşde çûyînê bû. Min van hemûyan pêk anî. Em biserketin.’ Ligel vî awayî li benda hejmar sekinandinê bê wate ye. Mirin û şer hatiye asta sifirê. Qonaxa yekemîn ev bû û ev pêk hat. Jixwe van 8 komîsyonên ku birêz Ocalan pêşniyar kiribû dê bibûna sernavên binî ya xebatên rêveberina guherandina qanûnan. Hikûmet hêj xebatên pakêtê dimeşîne. Ger ev pakêt ji bo rêveçûna pêvajoyê baş be dê em ê jî piştgiriyê bidin ev pakêtê. Lê dema bi yek aliyeke ev tişt birêvebiçe û pakêtekî ferzkirî bê daxuyankirin em ê ev tişt qebûl nekin û ji xwe birêz Ocalan ev tişt wekî talukeyeke dibîne. Hikûmet jî dizane. Ev ne pêvajoya bazariyê ye. Tu kes nikare tişteke li ser yekî ferz bike. Dema hikûmet bi ferzkirinê derkeve pêşberî me em ê vê yekê qebûl nekin û ev tişt dê pêvajoyê têxe nava xetereyê. Ji ber ku ev tişt venegerin ferzkirinê em hevdîtinan dimeşînin. Em hêvî dikin ku hikûmet van bi baldarî nêzî nêzîkatiyên me bibe." 


Azadiya Ocalan girîng e  
Hevserokê BDP'ê SelahattînDemîrtaş hemû hevdîtinên ku li wir pêk tên dîrokî ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan li wê dere kesayetiyeke dîrokiye û wekî îradeyeke mezin hay wî ji hemû berpirsyartiyên wî hene, wekî Rêberekî rast a gelekî bi fedakarî xebatan dimeşîne. Bêderfetî gelek zêde û şert û merc jî gelek dijwar e. Lê belê her çiqas bi van tiştan bejî dîsa birêz Ocalan her deqeyê xwe ji bo xebatan dike. Divê hemû kes ji wêrekiya û xwesteka birêz Ocalan mînak bigire û li gorî wî xebatan bimeşîne. Êdî birêz Ocalan Rêbereke mayînde yê gelekî ye. Divê ev tişt baş bê zanîn; li ser gelê Kurd û Kurdistanê û di asta rêvebertiyek ku nayê nîqaşkirin de Rêberekî mezin navê xwe li dîrokî daye. Ji bo nivşên Kurd, dê heta bêdawiyê hebûna xwe biparêze û di pozîsyona Rêberekî ku baweriya xwe bi azadî, demokrasî û aştiyê aniye. Bi vî awayî Rêberekî ku hebûna xwe dê heta bêdawiyê biparêze ye. Rêberekî wisa li giravekî dîl girtin wijdanên me diêşîne. Azadiya Ocalan ji bo me esas e. Ev tişteke ku em tu carî dev ji vê bernadin."
Demîrtaş da zanîn ku Ocalan ji ber ku Kongreya Navneteweyî ya Kurd hatiye asta civînê ew gelek kêfxweşbûye û silavên xwe ji aktivîstên kongreyê re şandiye û wiha got: “Birêz Ocalan gotiye bila kongre zêde neyê taloqkirin û di kongreyê de divê hemû kes berjewendiyên partiyên xwe deynê aliyekî û divê gel esas bigire û tevli kongreyê bibe. Demîrtaş da zanîn ku hin pêşniyarên Ocalan der barê kongreyê de hene û dê ev pêşniyarên Ocalan em ê bi gel û aktivîstên kongreyê re parve bikin.

'Berpisyariyeke dîrokî ye'

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa rojavayê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û hevdîtinên Tirkiyeyê û Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm erênî dibîne. Demîrtaş di vê der barê de ev tişt anî ziman: "Birêz Ocalan, piştgiriyê dide hevdîtinan û dixwaze ku ev hevdîtin bidomin. Divê aktivîstên Kurd û aktivîstên din bi diyalogan pirsgirêkan çareser bikin. Ger komkujî û êrîş berdewam bikin divê hemû kes bi qehremantiyek mezin parastina xwe ya rewa bike.”  Demîrtaş da zanîn ku silavên Ocalan ji gelê Rojava re heye û wiha dawî li pêde çû: "Birêz Ocalan berxwedana qehremanî ya Rojava ji nêz ve dişopîne û hezkirinê xwe ji wan re dişîne." Demîrtaş diyar kir ku birêz Ocalan gotiye ku divê deriyên sînor a Tirkiyeyê û deriyê Sêmalka ya başûrê Kurdistanê bê vekirin. Birêz Ocalan diyar kir ku vekirina deriyê sînor ji bo alîkariya mirovî gelek girîng e. Divê hemû kes têkiliyeke rast bi pêkhatinên kul i Rojava diqewime re dêyne."

Hikûmet rast tevnagereHevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Ocalan bi heyeta deweletê re hevdîtin pêk aniye û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Hevdîtina heyeta Dewletê û Ocalan tê diyarkirin ku pêvajo ne hatiye xitimandin. Hevdîtina di navbera wan de ji bilî mutabakata pratîkî bêhtir dê çiqas rengê xwe bide pratîka siyasî girîng e. Ew li wir di çarçoveyekî de nîqaşan dikin. Wisa xal bi xal ne bi şeklê bazariyê derbas dibe. Heyeta dewlet û birêz Ocalan di encama nîqaşan de nêrînek hevpar derdixin holê. Niha mirov nikare bêje hikûmet heman tiştî dike. Vîna hikûmetê ya cewher, BDP û bi muhatabên Kurd re heman têkiliyê pêk nayîne. Xitimandinê esîl û tengezarî ev in. Hikûmet ji bo Îmraliyê pratîka ruhê pêkan dernaxe holê. Dema wisa nabe jî rageşî û xitmandin derdikeve. Dema Ocalan li derve dinêre tengezariya dibîne lê vê nake bidawîanîna pêvajoyê.”


ALPER ATALAY- NAZIM DAŞTAN/DIHA/AMED