Pêşmergeyên ku bi tedbîrên berfireh ên ewlekariyê bi 4 otobus û kamyonan hatin Pirsûsê, ji bo derbasî Kobanê bibin hatin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Endamên çapemeniyê yên xwestin dîmenê derbasbûna Pêşmergeyan bikşînin jî, li navenda Pirsûsê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Pêşmerge heta nuqteyeke li nêzî deriyê sînor li ber dirûşmên welatiyan derbas bûn. Konvoya Pêşmergeyan a ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bibe, li gundê Etmanek ê li ser sînor hat bicihkirin. Tê payîn ku Pêşmerge di saetên pêş de piştî kar û barên pêwîst, di deriyê sînor re derbas bibin. Di vê navberê de tevgera heron û balafirên şer ên hêzên koalîsyonê li ser xeta sînor dewam dike.

Di vê navberê de komek ji leşkerên ser bi Artêşa Azad a Sûriyeyê bi 8 wesayîtên pîkapê ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bûn. Li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê liv û tevger heye. Komeke leşkerên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ku li deriyê sînor diman, doh danê sibê derbasî Kobanê bû.

KOBANÊ