
Bi hezaran kesî doh li ser sînor xendek protesto kirin. Li ser banga rêxistina PYD’ê ya Dêrikê bi hezaran kes danê nîvro li Xana Serê ya Dêrikê kom bû û ber bi gundê Sihêla yê xendek ji destpêka meha Nîsanê ve lê tê kolandin, ket ser rê.
Hat dîtin ku di nava girseya li ber xendek kom bûye, sempatîzanên PDK’ê yên li herêma Cizîrê jî hene. Nûçegîhanê ANF’ê yê li herêmê diyar kir ku PDK’yiyên beşdarî çalakiyê bûne li dijî xendekan û bi giştî jî li hemberî nêzîkatiyên PDK’ê yên li dijî Rojava nerazî ne. Erebên li derdorê jî destek dan çalakiyê.
Li aliyê din ê xendek jî pêşmergeyên bi çekên giran bicih bûne. Dema girseyê hewl da sînor derbas bike, pêşmergeyan gule li derdorê reşand. Ji ber gulereşandinê kes birîndar nebû, lê belê vê yekê di nava çalakgeran de rê li ber hêrseke mezin vekir. Wezîfedar hewl didin tansiyonê kêm bikin.
Piştre bi daxuyaniyeke çapemeniyê çalakî bi dawî bû. Di daxuyaniya çapemeniyê de hat gotin, “Armanca me çalakiyeke demokratîk e” û bal hat kişandin ser xendekên tên kolandin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Em ji bo Kurdistanê bikin yek, ji bo sînoran rakin têdikoş in, lê PDK sînoran qewîn dike. Em bang li PDK’ê dikin ku sînorên di navbera me û xwe de rake.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev çalakî di heman demê de tê wateya protestokirina her şêweyên nêzîkatiyên “paşverû û antî demokratîk” ên PDK’ê û banga hişyariyê li Kurdên li Başûrê Kurdistanê hat kirin. Di 9’ê Nîsanê roja Çarşemê de li ser banga Ciwanên Şoreşger bi sedan ciwanên li Qamişlo û Dêrikê, xendeka li Sihêla protesto kirin lê belê rastî êrîşa pêşmergeyên PDK’ê hatibûn. Di encama gulereşandinê de ciwanekî 18 salî ji lingê xwe ve bi du fîşekan birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dêrikê.
DÊRIK