Welatiyên Rojava li dijî xendekên ku ji aliyê PDK’ê ve di navbera Rojava û Başûr de tên kolan, ev çend rojin nerazîbûnan nîşan didin û îro jî meşiyan ser sînor. Bi vê armancê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bajarên Qamişlo û Dêrikê, bi sedan welatî çûn gundê Girê Sor ê girêdayî bajarê Dêrikê ku dikeve sînorê Başûrê Kurdistanê.

Welatiyên ku li vir xwestin nerazîbûna xwe bînin ziman, ji aliyê pêşmergeyên li wî aliyê sînor ve hatin gulebarandin. Pêşmergeyên ku li aliyê Başûr kom bibûn çekên giran ên wekî doçka jî bicîh kiribûn, welatiyên li ser sînor gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.
Li ser gulebarana pêşmergeyan, komek ciwanan jî bi keviran bersiv dan pêşmergeyan. Demek piştî gulereşandinê û bersivdayîna ciwanan, dayikên ku ew jî ji bo şermezarkirinê çûbûn ser sînor, ji bo ku alozî mezin nebe, pêşiya ciwanan girtin û ew vegerandin. Li ser vê yekê girseya gel ji ser sînor paş de vegeriya.
 
PDK’ê Pira Sêmalka rakir

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ala Herêma Başûr daxist û ala xwe daliqand. Her wiha pira ku berê li ser Çemê Dîcleyê (Ava Mezin) hatibû danîn jî rakir.  Deriyê Sînor ê Sêmalka ev zêdetirî saleke di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hatiye vekirin, lê gelek caran ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve ji hatin û çûnê re hate girtin û gelek caran jî astengî hatin derxistin. Piştî ku ev nêzî hefteyekê ye li ser sînorê Rojava û Başûr xendek têne kolan, îro jî li aliyê Başûr ê Deriyê Sînor ê Sêmalka ala rêveberiya Başûr hate daxistin û ala PDK’ê hate daliqandin. Her wiha pira ku berê li ser Çemê Dîcleyê hatibû çêkirin jî hate hilanîn.

DÊRIK