Mehmet Alî Bora, ku di medya civakî de pesnê simbêlê şervanên YPG’ê da, doz lê hate vekirin. Dadgeriya Tirk salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Bora birrî. 

Di dema êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya dijî Kobanê de, ku cîhan rakir ser piyan, welatiyê bi navê Mehmet Alî Bora jî di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyên şervanên YPG’ê parve kir û gotina, “Ez bi qurbana simbêlê we bim” nivîsand. Dozgeriya komarê ya Wanê, ji ber vê parvekirinê, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn li dijî Bora da despêkirin.

Doza di çarçoveya vê lêpirsînê de li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi rê ve çû. Dadgeha dewleta Tirk, pesndayîna simbêlê şervanên YPG’ê weke ‘propaganda rêxistinê’ qebûl kir, û salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Bora birrî.

Mehmet Alî Bora der barê mijarê de axivî û got, biryar hiqûqî nîne û ew ê li ber biryarê rabe. 


 DÎHABER / WAN