Heyeta BDP’ê di 14’ê cotmehê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest li dijî çeteyên li Rojava yên “El Qaîde, El Nusra” li Amedê Konferansa Îslama Demokratîk” pêk bînin. Têkildarî pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan endam û rêveberên saziyên baweriyên cuda piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev ji bo pêşeroja baweriyan dê bibe gavek erênî.
Berdevkê Komîsyona Bawermendan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Fevzî Koz diyar kir ku wan sala par Konferansa Îslamî ya Kurdistanê pêk anîne û wiha got: “Îsal jî em ê li ser pêşniyara birêz Ocalan Konferansa Îslama Demokratîk pêk bînin. Ji bo vê me dest bi xebatê kir. Em ê bi beşdariya nûnertiya 4 parçeyên Kurdistanê kongreyê di demek herî nêz de pêk bînin. Di pêvajoyek wisa de konferans pir girîng e. Wekî tê zanîn li ser vê erdnîgariyê di bin navê Îslamê de gelek polîtîkayên şaş û qirêj tên meşandin. Ev konferans dê li ser biratiya Îslama rast û cewherê Îslama rast pêk bê. Dê li ser biratiya gelan û wekheviya gelan pêk bê. Konferans dê li ser bingeha pêşxistina edalet, wekhevî û aştiyê bê amadekirin.”
Xaka mezopotamyayê
Koz da zanîn ku dê tenê oldarên ji ola Îslamê beşdarî konferansê nebin, oldarên ji baweriyên din ên li ser axa Mezopotamyayê dijîn jî dê beşdar bibin. Koz diyar kir ku ew ê li gorî ruhê Hz. Muhammed konferansa Îslama Demoratîk pêk bînin û wiha axivî: “Ev konferans xwedî ruhekî gerdûnî ye. Niha li ser navê Îslamê şer tê meşandin û komkujî pêk tên. Li ser vê axê ereb, elewî, suryanî, bi sedsalan bi hev re jiyan. Lê niha dixwazin di navbera wan de şerekî pêş bixin. Em ê bi vê konferansê pêşî li vê yekê bigirin.”
Têgihiştina Kerbelayê
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul jî anî ziman ku ol di bin bandora Karê Diyanetê û dewletê de ye û wiha pêde çû: “Xala şikandinê ya Îslamê bûyera Kerbelayê ye. Ji bo Îslam xwe ji vê ferasetê rizgar bike divê berî her tiştî ji vê ferasetê dûr bikeve û ev dubare nebe. Li Tirkiyeyê feraseta Kerbelayê berdewam dike. Dewletê her tim olê bi kar aniye. Divê di konferansên ku li ser vî esasî pêk werin de nîqaşên kûr û azad werin kirin. Divê elewî û hemû mezhebên Îslamê dawetî vê konferansê bên kirin û her kes azad biaxive. Niha li Rojhilata Navîn Îslama despotîk tê avakirin. Li Tirkiyeyê tu kes ne bi xwe ye. Divê li ser hemû tiştên ku aydi mirovan be fikr û raman bên parvekirin û nîqaşkirin. Ol ji bo mirovan e. Mirov ne ji bo olê ye. Li gori Îslama Tirkiyeyê mirov ji bo olê ye. Divê pêşniyarên ku di konferansê de bên kirin pir watedar bin.”
Serokê Komeleya Çanda Suryaniyan a Midyadê Yuhanna Aktaş jî anî ziman ku ev konfrenas ji bo çanda suryaniyan a li ser vê axê ku hezar sal dîroka wan heye pir girîng e. Aktaş anî ziman ku wekî suryaniyan bi hezar salan li ser vê axê bi gel û baweriyên cîran re her tim di nava aştiyê de jiyane û ji bo vê jî ev konferans girîng e. Aktaş anî ziman ku siyasîbûna Îslamê xetere ye û xwest feraseta Îslama berê ya serdema Hz. Muhemmed derkeve pêş. Aktaş da zanîn ku niha xirîstiyan jî bûne îqtîdar û ji ber vê yekê şer pêş dikeve û şerê li Rojava jî berhemên vê polîtîkayê ne.
DÎHA/AMED