Piştî pêşnûme sewqî meclîsê hate kirin, pêşnûma şandin Komîsyona Edaletê. Piştî pêşnûme şandin ji komîsyonê re li bendê ye ku ev pêşniyar bê niqaşkirin û bê bi encamkirin.  Sekreterê Giştî yê ÇHD'ê Prz. Huseyin Aslan, nerînên xwe yên der barê pêşnûmayê de ji DÎHA'yê re vegot.
Aslan, diyar kir ku pêşnûma xala 202'an a Zagona Darizandina Ceza (CMK) gelek guhertinan lazim dibîne. Aslan, da zanîn ku bersûcên ku qet bi Tirkî nizanîbûn dîsa pêşnûmeya berê derbas dibe û dadgeh ji bo van bersûcan xwedî berpirsiyar e ku tercûman peyda bike. Aslan, anî ziman ku ev pêşnûma ji bo kesên ku bi Tirkî zane, lê bêtir karibe xwe bi Kurdî bîne ziman derbas dibe û wiha got: "Di vê pêşnûmayê de mafê parastina Kurdî ya li midûriyeta polîsan û dozgeriyê nehatiye dayîn. Tenê mafê parastina li dadgehê tê dayîn. Li aliyê din dema îfade bê girtin lazime ku dadgeh tercûman amade bike. Ger ku ne wisa be ev pêkanîn li dijî mafê bingehîn ê darazê ye." Aslan, da zanîn ku ev pêşnûma li dijî mafê kesên bi Tirkî nizane ye û dîtin û peydakirina tercûman peyvir û erka dewletê ya esasî ye.
Aslan, da zanîn ku mafê bersûc heye ku bixwaze tercumanê xwe bi xwe bibîne û ev yek ji aliyê dewletê ve bê tazmînkirin.
Aslan, destnîşan kir ku ev pêşnûma ku mafê hevseran a ji 3 mehan carekê wekî serkeftinekê tê dîtin ne rast e û wiha got: "Divê ev peşnûma ji aliyê hikûmetê ve wekî xelatê neyê dîtin. Divê hikûmet heq û hiqûqa esasî ya girtiyan bide wan û li gorî pîvanên navneteweyî tev bigere. Divê teqez mafê zimanê zikmakî ji aliyê dewletê ve bê parastin û bê dayîn.

DÎHA/ENQERE