
Qenciya vî gelî naxwazin
Di civînê de Dr. Ebdulkerim Umer li ser navê Diwana Meclîsê axaftina vekirinê kir û wiha got: “Em spasiya we hemuyan dikin di vê dema hesas a ku herêma me rastî êrîşên DAIŞ’ê tên de civiyan. Ev civîn ji bo hemû herêmê û tevahiya Suriyê civînek dîrokî ye. Em bi hêvîne ku ev tecrubeya rêvberiya xweseriya demokratîk bibe projeya Suriyeya demokratîk. Êrîşên li dijî herêmên me yên li hundin, derve û navnetewî di dema îlankirina projeya rêveberiya xweseriya demokratîk a demî de pêk tên. Ev êrîş li dijî tecrûbeya nû ku li Rojava çêdibe pêk tên. Komên çete û dewletên ku alîkariya wan dikin, qenciya vî welatî naxwazin. Projeya rêveberiya xweseriya demokratîk, nûmuneyek encama destkeftiyên ku gelê kurd û YPG’ê piraniya herêmên Rojava ji Efrîn, Kobanê heta dêrikê ji hêzên rejîmê rizgarkirine. Em hêvî dikin ku ev proje û civîn hêjayî berxwedana şehîdan û YPG’ê bin.”
Pêşnûme hat qebûlkirin
Paşî pêşnûmayên komîteyên “Diyarkirina Rengê Rêveberiyê”, “Amadekirina Hevpeymana Civakî” û “Amadekirina Qanûnên Hilbijarinê” li delegeyan hate belavkirin. Piştre endamên çapemeniyê ji salonê hatin derxisitn û civîn bi awayekî girtî dom kir. Di encama nîqaşan de pêşnûmeya Hevpeymaniya Civakî hat erêkirin. Serokê Dîwana Meclîsê Evdilkerîn Omer dazanîn ku pêşnûmeya hevpeymaniya civakî bi piraniya dengan hatiye pejirandin. Omer dazanîn ev hevpeymanî ji bo hemû Kantonên Rojava derbasîdare.
Dê li herêmê bibe nimûne
Di civînê de her wiha mijara perwerde û hîndekariyê jî weke madeyeke taybet hat nîşakirin û biryar hat dayîn ku bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Ermenî û Çeçenî perwerde bê dayîn. Meclîsa Qanûnsazî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li ser qanûna hilbijartinê jî nîqaş meşand. Berfirehiya biryarên hatin girtin û encamên nîqaşan wê ji raya giştî re bêne eşkerekirin.
AMÛDÊ