Di civînê de modela Edaleta Civakî, pirsgirêkên avabûnê û rêyên çareseriyê hatin nîqaşkirin û perspektîfên xurt derketine holê. Di danezana encamê de hat gotin, "Pratîka avakirina edaleta civakî ya heta roja îro û pirsgirêkên me yên edaletê, li ser bingeha rexneyî hatin nirxandin, encamên girîng ên rê nîşan didin hatin bidestxistin" û ev xal hat destnîşankirin: "Di çarçoveya van nîqaşan de, bi nêrîna 'kêm dewlet gelek civak' weke nêrîna hevpar a civînê derket holê ku li hemû qadên rêxistinbûyîna me ya civaka demokratîk lê heye, yekeyên edaleta civakî werin ava kirin ku bi vê yekê re civak karibe pirsgirêkên xwe bi rêxistinbûyîna xwe ya cewherî xwe çareser bike."

Afirandina civakek nû

Di berdewamiya danezanê de wiha tê gotin: "Weke alternatîfa sîstema dadgeriya dewletparêziyê ku lê exlaq qels bûye û hiqûq jî paralelî wê xurt bûye, bi rêxistinbûyîna civakî ya exlaqî û polîtîk re kêmkirina pirsgirêkên civakî û çareserkirina pirsgirêkên civakî ji aliyê saziyên edaleta civakî ve, felsefeya edaletê ya civaka xweser a demokratîk e. Li şûna hiqûqa tevlîhev a sîstema dewletparêz, çareseriya pirsirêkên civakî li ser bingeha exlaq û hiqûqeke pirrengî ya hêsan, weke rêbaza bingehîn derdikeve pêş."

Civaka bi ehleq

Dîwana edaleta civakî destnîşan dike ku dadgeh ji ber saziyeke sîstema dewletparêz e, di çareserkirina pirsgirêkên civakî de esasgirtina saziyên mîna komîsyonên edaletê, komîteyên aştî û lihevkirinê, platformên gel ên azad, stûnên bingehîn ên edaleta civakî ne. Hat ragihandin, ku nirxandina pirsgirêkên civakî ji aliyê komîsyonên edaletê ve li cih, hem wê adîl be hem jî wê burokrasiya dadgeriyê ji holê rake. Danezana encamê da xuyakirin, ku hemû lêpirsîn, dairzandin û pêkanîn ên ji aliyê saziyên edaletê yên sîstema xweseriya demokratîk ve werin kirin wê li gorî hiqûqa mafên mirovan û demokratîk bin.

Kadroyên pêşeng

Di danezanê de wiha tê gotin: "Ji bo afirandin û bi pêş xistina hişmendî, sazî û kadroyên edaleta civakî, akademiyên edaletê yên li gorî pêwîstiyan hatine avakirin, wê di çarçoveya mufredateke hevpar de perwerdeyan birêxistin bikin û li ser vê bingehê rê li ber gihandina kadroyên sîstema me ya edaleta civakî û meşandina sîstema adîl û bi lez a edaleta civakî vekin. Di vê çarçoveyê de li her cihên pêwîstî pê bê dîtin akademiyên edaleta civakî bên birêxistinkirin." Di danezana encamê de herî dawî ev bang hat kirin: "Di çarçoveya perspektîfa di civîna me de derket holê, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi rêxistinbûyîn û hişmendiya xwe ya cewherî re, yekeyên edaleta civakî ava bikin, xwedî li wan derkevin û pirsgirêkên di navbera xwe de li ser bingeha aştî û lihevkirinê de, çareser bike."

ANF/BEHDÎNAN