Elmanyayê di meseleya Lîbyayê de bi carekê bi îdîayên paşxaneya wê ya kolonyal nîne, bi konferanseke navneteweyî kire mekanekî hevdîtinên aliyan. Wê ev yek kir, piştî ku hevdîtina bi garantoriya Rûsya û dewleta Tirk li Moskovê neçû serî. Hê di destpêkê de hin pirsgirêkan da der û Tûnisê da zanîn ku ji ber vexwendina dereng, ew ê nikaribe beşdar bibe. Dema ku alî ji bo konferansê li Berlînê bûn, aliyê Hefter ê meseleyê da zanîn ku ew ê firotana petrolê ji sedî 80 kêm bikin û paşê jî bi temamî rawestînin. Yanî General Hefter di ser petrolê re destê xwe ji bo konferansê xurt dikir.  Berdevkê wî Ehmed El-Mismarî jî beriya wê daxuyaniyek da bû û gotibû, Erdogan pişta DAIŞ´ê digire da ku Kurdan bikuje. Hê ev daxuyanî teze bû, çeteyên dewleta Tirk ên bi balefiran berê xwe didan Trablûsê dîmenên xwe parve dikirin. Ji ber vê jî gelek hêvî êdî ji konferansê nayên kirin. Dîsa jî bi temamî aliyîn şerî jî di navê de 12 alî beşdar dibin. Encama konferansê ßasêkirina mintiqa hikûmetê ya li Berlînê li xelkê bajêr bû.

Îdîaya konferansa bi banga serokwezîra Elman, Angela Merkel bi rê ve diçe, şideta di navbera aliyan de rawestîne. Hikûmeta Mutabeqatê ya ku bûye dûvik ji dewleta Tirk re (GNA) bi serokê xwe Fayyez El Sarraj, dijberê wî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (LNA) bi serokê xwe General Xelîfe Hefter jî beşdarî konferansê dibin, wekî din Elmanya, dewleta Tirk, Çîn, DYE, Rûsya, Îtalya, Ingilîstan, Komara Demokratîk a Kongoyê, Misr, Emîratên Yekbûyî yên Ereb, Cezaîr, Fransa, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa û Yekîtiya Efrîqa beşdar ji vexwendiyê konferansê ne. Dema me nûçe amade dikir, konferansê li Berlînê dest pê kir.

Tirkiye çeteyan xwedî dike

Aliyê Hefter beriya konferansê hin daxuyanî dan û pê dewleta Tirk gunehbar kir, bi destekkirina çeteyan û aloziya li Lîbyayê bi temamî. Ev jî dike ku ji niha ve ew pêjna binketina konferansê xwe diyar bike. Beriya konferansê berdevkê LNA´yê Ehmed El-Mismarî got, Tirkiye li dijî Kurdan destekê dide DAIŞ´ê û têkiliyên IHH´ya dewleta Tirk bi çeteyan re jî li wan eşkere kirin. Wî ji bo Erdogan got, "We penaberên Sûriyeyê kirin mezatê. Hûn berpirs in ji wê yekê ku teror li Ewrûpayî belav bibe. Û we ev yek kir û bi vê yekê, bi sedan ciwan we ji Ewrûpayê birin nav refên DAIŞ û El-Qaîdeyê."

El-Mismarî ji bo amûra MÎT´a Tirk IHH´yê jî got, "IHH maşika MÎT´a Tirk e. Destekê dide operasyonên MÎT´ê yên li Lîbyayê."

Encama herî darî çav a konferansê ew e ku hêzên Hefter dan zanîn ku ew ê hilberîna petrolê rawestînin. Çavdêr vê weke xurtkirina helwêsta xwe li konferansê dinirxînin. Encameke din jî ew e ku Mintiqeya Hikûmetê ya Berlînê li çûnûhatinê û li xelkê bajêr hat girtin. Ji bo ewlehiyê jî qederê 5 hezar polîsê elman hatine wezîfedarkirin. Kurdistaniyan û dostên wan jî, tevî dijberên çeteyan li Berlînê di heman demê de Erdogan rûreş kirin.

Hevdîtina Pûtîn û Erdogan a beriya konferansê û eşkerekirina "lihevkirina li ser agirbestê" jî li gorî aliyên dîplomatîk, divê heta ku Hefter û El-Sarraj li hev nekin, wê zêde maneyeke xwe nebe.

 

BERLÎN