Piştî komkujiya li bajarokê Hewla yê Humsê pêvajoyeke nû li Sûriyeyê dest pê dike û rewş ber bi aloziyeke mezintir ve diçe. Di encama vê komkujiyê de gelek welatên cîhanê dîplomatên Sûriyeyê ji welatên xwe derxistin. Di serî de Fransayê û paşê jî Almanya, Kanada, Ingilîstan, Amerîka û gelek welatên din ji bo şermezarkirina komkujiya Hewlayê ku derdora 100 kesên sivîl tê de hatin kuştin sefîr û dîplomatên Sûriyeyê ji welatê xwe dersînor kirin.
Piştî van pêşketinan daxuyaniyeke balkêş ji muxalefeta çekdar jî hat. Muxalefeta çekdar (Artêşa azad) bi daxuyaniyekê gef li rejîma Esad xwar û hişyariyek da ku heke di nava 48 seatan de artêşa rejîmê li gorî plana Kofî Annan û li gorî agirbestê tevnegere dê muxalefeta çekdar jî êdî li gorî vê agirbestê tevnegere û berpirsiyariya çi tiştê ku biqewime dê rejîma Beşar Esad be.
Ev muhleta ku muxalefeta çekdar di daxuyaniya xwe de daye xuyakirin dê roja înê bidawî bibe. Ev gef û hişyariya muxalefeta çekdar j îtê wê wateyê ku ew dê êrîşên xwe dijwartir bikin û bi taybetî jî ji ber ku her diçe hejmara wan zêde dibe û alîkariya wan jî zêde dibe lewre dibe ku pêleke tundiyê ya dijwartir dest pê bike û bê guman rejîm jî li hemberî wan êrîşan dê tundiya xwe dijwartir bike lewre jî pêvajoyeke taluke li hêviya Sûriyeyê ye.

Konseya Ewlekariyê 
Ji alî dîplomatîk ve jî John Mary cîgirê nûnerê Netewyên Yekbûyî Kofî Annan da xuyakirin ku rewşa Sûriyeyê gelekî aloze û ji berk u herdu alî j îli gorî agirbestê tevnegeryane mijara diyalogê di navbera hikûmet û muxalefetê de tiştekî ne pêkane. Her wiha da xuyakirin ku êdî ew tirsa gelê Sûriyeyê hatiye şikandin û ji aliyekî din ve cîhan bi giştî li dijî destwerdana leşkerî ya vî welatî ye. Ji aliyekî din ve Mary bang li hikûmeta Sûriyeyê kir kul i gorî plana Annan tevbigere û her 6 xalên destnîşankirî pêk bîne. Heke hikûmeta Sûriyeyê vê yekê neke dê Konseya Ewlekariyê hin biryarên dijwartir derbarê rejîma Sûriyeyê de bide.

Li her alî tundî 
Ji aliyekî din ve li gorî agahiyên şandeya çavdêrên Navneteweyî piştî komkujiya Hewlayê ew li devereke din a Humsê rastî 13 cesedên din hatine ku destê wan girêdayî û bi guleyan hatine kuştin. Serokê şandeya çavdêran General Mod derbarê vê bûyerê de jî wiha got: Ev karekî hovane û bê wate ye, pêwîste hemû alî xwe hinekî ragirin û dûrî tundiyê lir iyên din ên çareseriyê bigerin, ev tundî ne bi kêrî tu kesî nayê. 

ŞAM




Koçberî başûrê  Kurdistanê dibin

Bi sedema alozî û tevlîheviya ku li Sûriyeyê dewan dike bi hezaran kes koçberî welatên cîranê Sûriye bûn. Heya niha 4 hezar kes ji Sûriye koçberî Herêma Federal a Kurdistanê bûn, lê hikumeta Iraqê wan bi fermî weke koçber nas nake.
Komîsyona NY'ê destnîşan kir ku 243 kesên din jî li benda qeyîdkirina navê xwene heya ku bikarbin li Herêma Kurdistanê nîştecîh bibin. Ji wan 4 hezar kesên Suriye yên koçberî herêma Kurdiatanê bûne 3 hezar û 215 kes li bajêra Dûhokê bicîh bûne û di nav de 227 malbat (xêzan) hene.
Herêma Federal a Kurdistanê di warê îdarî de girêdayî Begdadê ye, lê Herêma Kurdistan û Rêxistina Komsiyona Bilind a Penaberan (UNHCR) mafê penaberî dane wan kesên ku ji welatên din koçberî sinora Herêma Kurdistanê dibin. Hikumeta Iraqê jî dana mafê penaberî bi wan kesên koçber bi fermî nas nake. 

HEWLÊR