Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, Cemîl Bayik û Serokê berê yê Konseya Rêveber a KCK´ê Murat Karayilan, bal kişandin ser pêvajoya aştiyê û gotin, 'Bila herkes zanibe, hefteya pêş pir girîng e. Eger helwesta heyî ya dewletê dewam bike, pêvajo wê bixetime. Niha nexetimiye, lê li ber xetimandinê ye."

9. Civata Giştî ya KONGRA GEL di navbera 30 Hezîran û 5'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Di Civata Giştî de hem polîtîkaya dema pêş a tevgera siyasî ya Kurdan hat diyar kirin, hem jî pergala KCK'ê hat guhertin. Li gorî vê guhertinê navgîna Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hat avakirin. Ji bo Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê jî Cemîl Bayik, Besê Hozat, Murat Karayilan, Mustafa Karasu, Sozdar Avesta û Elîf Pazarcik hatin hilbijartin. Ji bo dema nû jî biryar hat dayîn ku Serokatiya Konseya Rêveber bi Hevserokatiyê bê rêxistinkirin. Ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya ji 35 endaman jî Cemîl Bayik û Besê Hozat hatin hilbijartin.  Hevserokên Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik û Serokê berê yê Konseya Rêveber a KCK'ê endamê Konseya Serokatiya Giştî Murat Karayilan, 9.Civata Giştî ya KONGRA GEL ji ANF´ê re nirxandin.
Rayedarên KCK'ê diyar kirin ku di Civata Giştî de biryar hatiye dayîn pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin were dewamkirin û destnîşan kirin ku aliyê Kurd bi awayekî stratejîk li qonaxa yekemîn dinêrin, lewma gavên ji wan dihat hêvîkirin avêtine. Rayedarên KCK'ê dan xuyakirin ku tevî qonaxa duyemîn destpê kiriye jî, hînê ji aliyê dewletê ve gaveke berçav nehatiye avêtin.

Karayilan: Hukûmet nakokiyê dijî

Serokê berê yê Konseya Rêveber a KCK´ê Murat Karayilan destnîşan kir ku qonaxa duyemîn a pêvajoya aştiyê di qonaxeke cidî de ye û tevî gavên ku avêtine hukûmeta AKP´ê heta niha berpirsyariyên xwe bi cîh neaniye. Karayilan got, "Me agirbest îlan kir û vekişîn dewam dike. Ev niyet û sekna me nîşan dide. Niha gavên divê dewlet bi lezgînî biavêje hene." Karayilan bal kişand ser rewşa tendûristiyê ya Ocalan jî xwest heyeteke bijîjkan biçe Îmraliyê û ji bo pêşxistina pêvajoyê jî xwest şert mercên Ocalan werin başkirin û têkîliya wî ya bi derve re hebe.
Karayilan anî ziman ku eger dewleta Tirk dizxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe, divê di warê guhertina destûra bingehîn û demokratîkbûne de gavan biavêje û weha got: "Hin qanûnên dij Kurd û qaşo li dijî terorê hene. Ev qanûn li dijî me Kurdan hatine derxistin. Ev qanûn li pêşiya siyasetkirina Kurdan asteng e. Siyasetmedarên Kurd di zîndanan de ne. Serokwezîr got, "Bila çek bêdeng bibin, nêrîn biaxivin". Başe niha şer sekinî û hîn hemû siyasetmedarên Kurd di girtîgehê de ne. Ev tê çi wateyê. Hukûmeta Tirk niha nakokiyeke mezin dijî. Divê sedeman ji xwe re dernexîne û gavan biavêje. Divê girtiyên nexweş serbest berde."

Berpirsyar hukûmet be

Karayilan diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de hukûmet gavên berovajî avêtinê û zêdekirina hêjmara cerdevanan, çêkirina qereqolên nû, çêkirina bendavan ji bo vê mînak nîşan da. Karayilan hişyarî da ku pêvajo ber bi xitimandinê ye û got: "Eger hukûmeta AKP'ê di rojên pêş de gavan neavêje, wê pêvajo bixetime. Me hemû berpirsyariyên xwe bicih anînin, vaye herî dawî di warê stratejîk de biryarên di civata giştî ya Kongra Gel de hatin girtin. Lê, dewleta Tirk heta niha biryareke xwe ya fermî diyar nekiriye. Bi tenê dibêje, "Bila gerîla derkeve derveyî sînor, ezê dûre gavan biavêjim.Bi vî rengî nabe, pêvajoya duyemîn destpê kiriye û divê berpirsyariyên xwe bicih bînin." Karayilan anî ziman ku pêvajo bi yek alî nameşe û eger pêvajoyo bixetime berpirsyarî jî wê ya hukûmet û dewletê be." Karayilan bang li gel jî kir ku xwe hîn zêde bi rêxistin bike, biparêze û di her qadê de tedbîrên xwe bigire.

Banga piştgiriya Rojava

Karayilan bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî xwest nirxên kurdan werin parastin. Karayilan got: "Divê ev Desteya Bilind a Kurd weke koalîsyona gelê li wê derê, bêyî bi ti deveran ve girêdayî be, bixebite. Ew rêbazeke çawa ya rêveberiyê ji xwe re esas bigirin, em bi wan re ne. Hukûmeta Başûrê Kurdistanê deriyê sînor girtiye, sedem çi dibe bila bibe em vê şermezar dikin û rast nabînin. Pêwîst e herkes di vê demê de piştgirî û alîkariyê bidin Rojavayê Kurdistanê. Hemû Kurd lazime xwedî lê derkeve. Divê hemû Kurd di vê demê de ji bo yekitiyê bixebitin."

Bayik: Divê hêzên demokratîk bikevin tevgerê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî anî ziman ku yê pêvajoyê dixetimîne dewlet û hikûmeta Tirk e. Bayik xwest hêzên demokrat yên li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat li hemberî vê helwesta dewletê bikevin tevgerê, nerazîbûn nîşan bidin û daxwaz bikin ku hûkûmet gavan biavêje. Bayik weha got: "Pêwîst e gav avêtinê ji dewlet û hukûmetê bixwazin. Divê bi tenê ne li hêviya gavavêtinê bin, ji bo gavavêtinê kampanya bimeşînin. Ev yek wê bi tenê bi çareseriya pirsgirêka Kurd re sînorkirî nemîne, wê Tirkiyê demokratîk bike û guhertineke nû li Rojhilata Navîn bide destpêkirin. Ev yek wê ji bo herkesî rewşeke bi ewle biafirîne û ev yek li gorî berjewendiyên herkesî ye. Hin konferans hatin lidarxistin, pêwîste xebat bi van sînorkirî nemînin.

Hozat: Azadiya Ocalan girîng e

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat jî diyarkir ku ji pêşxistina aştiyê de azadiya Ocalan mijareke girîng e û got, "Ji bo vê lazim e Rêberê me yekser bi derve re têkeve têkiliyê û di pêvajoyê de rolê bigire." Hozat xwest pirsgirêkên tendûristiyê yên Ocalan werin çareserkirin û ji bo tevlîbûna kampanya îmzayan a ji bo girtiyên siyasî û azadiya Ocalan jî bang kir: "Ne tenê Kurd, hewceye hemû alîgirên azadiyê tevlî vî karî bibin. Ji bo vê jî biryardariyeke mezin derket holê û pêkanîna van biryaran, yek ji xebatên sereke ye." Hozat der barê komkujiya li Parîsê jî anî ziman ku ev li dijî pêvajoya aştiyê pêk hatiye û weha got: "Li Kurdistan û Ewropayê têkoşîna Kurdan dewam dike. Li dijî vê wê xebatên siyasî û dîplomatîk dewam bikin. Divê li ser vê bingehê zext li dewleta Fransayê bê kirin."

ANF/BEHDÎNAN