Pêvajoya ku em weke “azadiya demokratîk û avakirina jiyana bi rûmet” bi nav dikin, encama 40 sal şerê dijwar e. Bêguman ev encam, bi ked û berdêlên giranbiha hatiye bidestxistin.

Ev encam, di aliyê ferhengî de tê wateya ku; têkoşîna Haraketa Azadiya Kurd, felsefeya li ser bingeha diyalektîka gelê demokratîk zemt kiriye.  
Ji 21ê Adara 2013an û pê de, pêvajoya guhertina karakterê netew-dewleta Tirkiyê û sîstema îttîhadî dest pê kir.
Serokê CHPê Kew Kemal çiqasî bêje, “ne hêza desthilatdariya AKPê, ne  jî  hêza kesekî heye ku sîstemê biguhere”, pêvajoya guhertina karakterê dewleta Tirk nade rawestandin. Saeta qumê kar dike û guhertinê dest pê kiriye.    
Gotinên li ser avê têne nivîsandin têre rawestandina pêvajoyê nakin.   
Kew Kemal, hîna nizanê ku di dîrokê de qevastin çênabe. şehîdên ku li cografya Kurdistanê destanên dîrokî nivîsîn, herka çemê dîrokê guhertin û encama wê jî di sala 2012an de xuya kir. Ji aliyekî ve gerîla, ji aliyê din ve gelê Kurd, hamleyên şoreşgerî lidarxistin. Şehîdên  Kurdistanê wek “tay-î mekan” bûne encama serketinê û ala têkoşînê radestî hevalên xwe kirin.
Xuya dike ku Kew Kemal, ji menzîla guhertina Tirkiyê û herêmê dûr e û rastiyê nabîne. Lê divê mirov zanibe ku ew nikare xwe ji hewngîrî û hişmendiya dewşirmetiyê xelas bike.  Lewma ji rastiya pevajoyê bêhtir, bi tiştên subjektîf mijul e. Di van rojên ku Komsiyonên Mirovên Maqul li Tirkiyê Kurdistanê bela bûne; li Kurdistanê sê tişt derketine pêş. Yek, azadiya Ocalan...  Du,  gerila zarokên me ne, xwediyê vî welatî ne çima derketina ji welat tê xwestin. Sê, dive nasnameya gelê Kurd di Desturnamê de werê misoger kirin.
Di vê qonaxê de daxwaza Tirkan meşrû nayê dîtin. Ji ber ku wan mafên xwe yên daxwazan û ferzkirina li ser gelê Kurd winda kiriye.
Ji xwe li Tirkiyê daxwaza gelê Tirk tu caran  ne hatiye pirsîn. Mînaka wê jî, gotinên Serokê MHP Dewleta Bahçelî û serokê CHPê Kew Kemal e.  Dewleta Bahçelî banga faşîzma reş dike.
Kew Kemal jî, îdeolojiya şeş tîran kiriye Hespê Truva û hîna behsa sîstema ku ew kiriye robot dike.
Gelê Kurd, li hemberî van siyasetmedarên ku, bi çavikên hespan li neynika siyaseta cîhanê dinêrin şiyar e. Ew nabînin, yan jî naxwazin bibînin; lê gelê Kurd doh çar bûyerên dîrokî ku bandorê li herka çemê jiyanê bike bi hevre jiyan. Yek, salvegera ENFALÊ bû...  Du, qirkirina siyasî ya KCKê ku di 13 Nîsanê 2009an de dest pê kir bû. Sê, Hêzên rejîma Esad li Suriye li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar anîn. Çar, 5. şandeya  mesaja Birêz Abdullah Ocalan ji raya giştî re deklere kir.
Di sê bûyerên ku, di şexsê gelê Kurd de, sucê mirovahiyê hatiye kirin hene.
Yek bûyer jî, hewldan û têkoşîna aşti, aramî û jiyana bi rûmet ya paşerojan e... Lewma min li jor got; şehîdên Kurdistanê wek “tay-î mekan” bûne encama serketinê. Ev encama siyaseta rast û yekpare ye.
Vê siyaset û têkoşîna şoreşgerî,  di dîroka dagirkeriya Kurdistanê de, yekemîn car e ku,  hevkariya “antî-Kurd”  têk bir. Rewşa îro ya Rojhilata Navîn, şerê cîhanî ku di şexsê Suriye’de berdewam dike, tevlîheviya li Misir, Libya û hwd.  dide xuya kirin ku, ji bilî siyaseta demokratîk, dewleta demokratîk,  gelê demokratîk û desturnameya demokratîk, tiştekî din  nikare pirsgirêka li herêmê çareser bike.
Baş tê zanîn ku siyaseta netew-dewletê li Tirkiyê xitimî ye. Hewldanên Tirkiyê, yên “sifir problem” û pêşengîtiya li herêmê têk çûne. Li cîhana Ereban jî dostekî wan nemaye. Hawara Tirkiyê û desthilatdariya AKPê car din mane Kurd. Ji ber ku piştî Peyama Dîrokî ya Ocalan, saziya navneteweyî moddy’s, dereceyên krêdiya Tirkiyê bilind kirin. Piştî Peyama Dîrokî ya Ocalan, tenê ji bo Amedê 218 hevparên rastmalî, yen hundir û derve, serî li Odeya Karsaz û Bazirganiya Amedê dane. Mînaka dawî jî hevpara Çînê ku li Sêrtê karsaziyek vekir e.
Moody’s berî sê mehan, rewşa aboriya Tirkiyê û sê bankayên herî mezin yên Tirkiyê kiribûn bin şopandinê. Notên  Tirkiyê jî daxistibûn.  Ev siyaseta  hêzên global e û weke sîstema MASON û LYONan kar dike. Dema ku partnerên xwe kirin bin parastinê, yanî  partneran  biya wan kir û di xeta wan de meşiyan, banga destekê dikin. Ev destek jî dereng namîne...
Di demeke ku cîhan di krîzeke aborî de diheje, Tirkiyê çawa dikare li ser lingan bimîne? Ne Erebîstana Suudî, ne jî Qatar evîndarê bejna Erdogan û çavên reş-î belek yê Ahmed Dawudoglu ne.
Tirkiye jî, Hêzên global jî ev rastî fam kirina. Lewma trafîka dîplomasiya hêzên global ya li Tirkiyê û herêmê zêde bûye. Berî niha çeteyên paramilîter dibin pêşengiya Tirkiyê de êrîşî Kurdan dikirin, di vê pêvajoyê de hêzên rejîma Esad êrîşên xwe dijwar kirine. Gelê Kurd baş dizane ku dijmin dijmin e, çi reş, çi spî, çi kesk... Gelê Kurd faşîzm jî baş nas kiriye, çi spî, çi reş, çi kesk!...
Pêwiste AKPe jî, MHPe jî, CHPe jî, baş zanibin ku mafê wan yê daxwazan nema ye. Wan mafê xwe yên daxwaz û çareseriyê di şerê  30 salî de, di her cûrê qirkirin û tûnekirinê de bikaranîn. Eger hebe, daxwazên gelê Kurd hene.
Lewma Kurd, di civînên bi Komisyonên Mirovên Maqul re, daxwazên xwe rêz dikin. Lê Tirk, ala faşîzmê dibalivînîn û derdikevine kolanan. Faşîzmê her cûre rê bikaranîn. Pirsgirêka Kurd jî ne di destpêkê de ye, di encamê de ye.
Xala duyemîn û herî giring: Çareseriya pirsgirêka Kurd, ne tenê di paşde vekişîna gerila de ye. Divê desthilatdariya AKPê dereng nemîne û di parlamento de, kanunên ne li derî demê teva ji holê rake û kanunên li gorî demê û daxwazên gelan amade bike.
Xala herî giring  azadiya  Ocalan e.