Li başûrê Kurdistanê pevajoyek nû despêkiriye. Rojêva Başûr gelekî mezîne. Sala 2012 dibe sala Konferansan. Pêşî Konferansa ciwanan û niha jî Konferansa Jinan û piştre jî niqaşê li ser Konferansa Netewî tê kirin.
Mirov geleki kêf xweş dibe ku başûrê Kurdistanê malovatiya Konferansa Kurdî dike. Lê belê mîrov difikre çima gelo di wê deme de zêde li ser tê rawestandin? Beriya Konferansa Jinan û ya netewî çûna birêz Barzanî ji bo Amerîkayê û Tirkiyeyê. Ev çi mesaj e gelo? Dema ku amadekariyên konferansê tê kirin, cûn û hatin jî zêde bûn.
Li gorî baweriya xwe ez dibêjim; Ew hemû program û projeyên Amerîka û Tirkiyê ne. Ev çend salin daxwaziya gelê Kurd ji bo Konferansa Netewî hebû, lê hinek partî ne amade bûn. Lê niha dixwazin Konferans li ser Konferansa amade bikin. Ez jî dibêjim konferans gelekî gerîng in û ez piştgirî dikim, ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd bin. Ji bo yekîtiya gelê Kurd ev konferans gelekî gerîng in, lê belê tenê ku ne ji bo siyaseta partiyek siyasî be û tenê ji bo yekitiya gelê Kurd be.
Gelo di wan konferansan de wê hemû partiyên Kurd tevlî bibin ji bo ku rastî ji yekitiyek netewî çê bibe?
Gelo ev konferans wê bibin konferansên neteweya Kurdistan, yan ji konferansek tenê li ser armanc û projên Amerîka û Tirkiyê bin? Rewşa Başûr ber bi kuderê ve diçe? Gelo siyaseta Tirkiyê, ya yek dîn, yek netew, yek al wê bibe projêk û kopiya ji bo başûrê Kurdistanê? Gelo siyaseta ku li herderê pêre mirovan bê deng dike, heta kuderê diçe? Gelo şerefa mirovan bi Pera tê kirin? Ez bawer dikim, rojekê Pere ji diqede û wê demê ev rewşa wan çawa bibe? Belê Konferansa Jinan jî û ya Netewî jî gereke baş bê amade kirin û hemû Partiyên Kurd li her çar perçên Kurdistanê tevlî Konferanse bibin.
Îro ne Amerîka û ne jî Tirkiyê dikare Konferansa yekitiya Kurdan çê bike. Tenê gelê Kurd û hemû partiyên Kurd bihevre dikarin yekitiya xwe çê bikin.
Pêvajoya başûrê Kurdistanê