Çarşemê piştî minaqeşeyên li Meclîsa Nûneran a Emerîkayê ji bo du dozan destpêkirina pêvajoya ji wezîfegirtina serokê Emerîkayê (DYE) Donald Trump hat erêkirin. Bi vî awayî Trump bû serokê 3´yan ê Emerîkayê ku kete ber pêvajoyeke wisa. Ji bo gunehbariyên lê tên kirin, Trump wê li senatoyê bê mehkemekirin.    

Ji ber tohmetên “bikaranîna xirab a hêzê û astengkirina Kongreyê”, li Kongreya Emerîkayê nûneran dengê xwe da. Di encamê de ji ber tohmeta bikaranîna xirab a hêzê 230 nûneran got, bila Trump ji wezîfeyê were girtin. Ji bo tohmeta astengkirina Kongreyê jî 229 nûneran pêvajoya ji wezîfegirtinê ya Trump erê kir. Di dengdanê de her 195 nûnerên ji Partiya Komarxwaz dengê na bi kar anî. Di dengdana yekê de 2 demokratan got na, di ya diduyê de jî 3´yan got na.    

Senato mehkeme dike

Di encamê de wê destpêka sala bê doza ji wezîfegirtinê ya Trump bi mehkemekirina li Senatoyê dest pê bike, teqrîben deh mehan beriya hilbijartinan. Di encamê de jî senato wê biryarê bide ka Trumpî ji wezîfeyê dûr bixe yan wî bide beraetkirin. Lê dema vê mehkemekirinê hîna nediyar e, ji ber ku seroka senatoyê ya demokrat Pelosi li gorî texmînan wê li ser şert û mercên dozê di muzakereyan de vê bi kar bîne.

Beraetkirina Trump li senatoyê ku komarxwaz lê pirranî ne, bêhtir îhtîmal e, lê ev mijar dikare bike ku siyaseta dubendkirinê ya Trump li DYE´yî xurt kir, dijwartir û hişktir bibe.

Trump ji komarxwazên xwe piştrast e

Li gorî demokratan delîlên eşkere hene ku piştrast dikin Trump ji bo serketina xwe ya şexsî gef li serokdewletê Ukraniyayê xwarine. Wekî din serokê Komîtaya Îstîxbaratê li Kongreyê Adam Schiff “Tehlûke bi rastî heye. Demokrasiya me li ber şikestxwarinê ye.” û bi van gotinan balê dikişîne destwerdana Kongreyê ya Trumpî.

Trump ji xwe razî ye, li gorî wî senator wê şaşiya Meclîsa Nûneran rast bikin. Ew bi yekrêziya endamên partiya xwe jî serbilind e: “100 ji sedê Komarxwazan deng da (min). Xelk behsa vê dike. Komarxwaz bi rengê ku berê hîç nebû, bûne yek.”

 

NAVENDANÛÇEYAN

 
 

Bi zarê Modî dike

 

Roja dengdana li ser pêvajoya ezlkirina xwe, serokê DYE´yê Donald Trump resmek bi nivîs li ser hesabê xwe yê twitterê par ve kir ku ev niha tweeta wî ya daliqandî ye. Li ser wê dinivîse: Di rastiyê de yê ku ew dixwazin derbê lêxin ne ez im, ew dixwazin derbê li te xin. Ez bi tenê li ser riya wan (asteng) im.

Serokwezîrê rasîst û îslamofob ê Hindistanê Narendra Modî di dema kampanyaya xwe ya hilbijiartinê de bi kar anîbû û Trump yek herfa tenê jî jê neguhert.

 
 

Di çend hefteyan de ceza

   

Beriya çendekê senatoya Emerîkayê qanûnek qebûl kir ku cezakirina Tirkiyeyê jî di navê de hebû. Ev qanûna bi navê National Defense Authorization Act (NDAA) sêşema bihurî hat qebûlkirin. Pê budceya Pentagonê (Wezareta Bergiriyê) wek 738 milyar dolarî qebûl kir. Lê di NDAA´yê de xalên cezakirina Tirkiyeyê ji ber kirrîna moşekên balefirşikên ên S-400 ên Rûsî jî hebûn. Bi awayekî ji awayan bi erêkirina vî cezayî senatoran eşkere nîşan da ka acizeyeke çi qasî zêde ya ji Tirkiyeyê li nav siyasetvanên Emerîkî de heye. Qanûn bi 86 dengan li hemberî 6 dengan hatibû qebûlkirin.

Bi ya gelek çavdêran wê mueyîdeyên bi rastî yên li ser Tirkiyeyê di nava çend hefteyan de di pratîkê de jî pêk werin. Halê hazir ji tedbîrên NDAA´yê ye ku firotina F-35´an bloke bike.

Serokçeteyê li Enqerê Tayyip erdogan bi xwe gef li Emerîkayê xwarin bi girtina du baregehên NATO´yê yên li Tirkiyeyê: Incirlik û Kurecik. Di navê de qîmetê lîreyên Tirkiyeyê dîsa daket asta herî jêr.

Sedema cezakirina Tirkiyeyê li qanûna NDAA´yê ew bû ku Trump red kir ku Tirkiyeyê li gorî qanûna heyî ya bi navê CAATSA´yê ceza bike. Li gorî çavdêran Trump ji ber têkiliyên xwe yên baş ên bi Erdogan re ev cezayên hanê yên lazim li ser Tirkiyeyê ferz nekirine.    

Ceza li ser ceza di rêzê de ne

Jixwe vê helwêsta Trumpî kiribû ku Meclîsa Nûneran jî ji bo cezakirina Tirkiyeyê qanûnê qebûl bike. Li Senato û Meclîsa Nûneran jî heta niha gelek qanûnên cezakirina Tirkiyeyê hatine hazirkirin. Komîteya Senatoya DYE´yê 11´ê Kanûnê jî qanûnek erê kir ji bo ku li Senatoyê bikeve ber dengdanê. Sponsorên vê qanûnê jî  senatorê bi navê Jim Risch ê komarxwaz û Bob Menendez ê demokrat bûn. Yanî qanûneke bêpartîzan e û li Senatoyê wê herdu alî jî destekê bidinê.

Li vir em tiştekî bi bîr bixin, NDAA´yê ambargoya eskerî li dijî Komara Qibrisê jî rakir û peyameke eşkere da Tirkiyeyê elaqedarî gerîna li gaz û petrolê li Derya Spî jî da Tirkiyeyê. Yanî ji bo cezakirinên Tirkiyeyê heger Trump ji hêzê bikeve, gelek cezayên muhtemel hene, ku senato dikare li dewleta Tirk û Erdogan bibirre. n WASHINGTON