Piştî ku Partiya Muhafezekar a Borîs Johnson di hilbijartina pêşwext a Brîtanyayê de bi ser ket, derketina Brîtanyayê ji nava Yekîtiya Ewrûpayê (Brexît) misoger bû ku wê di 31‘ê Çileyê de pêk were. Piştre wê di navbera Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Brîtanyayê de ‘pêvajoya derbasbûnê’ dest pê bike ku di vê pêvajoyê de wê têkiliyên navbera YE´yê û Brîtanyayê bên diyarkirin. Ew pêvajo jî wê heta 31’ê Kanûna 2020’an dewam bike.
Seroka Komîsyona YE´yê Ursula von der Leyen jî îdîa kir ku ne pêkan e têkiliyên YE û Brîtanyayê di nava 11 mehan de bên destnîşankirin. Von der Leyen ji rojnameya Les Echos a Fransî re got, di serî de herêma bazirganiya serbest, ew bi fikar e ku gelek mijar ên danûstandinan di nava pêvajoya destnîşankirî de, bidawî bibe. Von der Leyen îdîa kir ku pêvajoya derbasbûnê dibe ku bê dirêjkirin.
BRUKSEL