Biryarek siyasî ye
Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak der barê biryara 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya "redkirina daxwaza berdanê" de gotin, ev biryareke siyasî ye. Di daxuyaniya Demîrtaş û Kişanak de hat ragihandin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Mûstafa Balbay de hatiye dayîn, bêyî şik û gumanê ji bo giştî derbasdar e û hat gotin: "Ev biryar fermanê dide ku divê hemû kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, werin berdan. Îdare û dadgerî bê şert û merc neçar in li gorî vê biryarê tevbigerin. Parlamenterên me yên girtî: Birêz Hatîp Dîcle, Birêz Îbrahîm Ayhan, Birêz Selma Irmak, Birêz Faysal Yildiz, Birêz Kemal Aktaş û Birêz Gulseren Yildirim ti ceza nexwarine."
Ceza jî niha bidawî bûbû
Di daxuyaniya hevserokên BDP´ê de tê gotin ku wekîlên BDPê û siyasetmedarên wê ên girtî bi salane mîna dîlên siyasî li girtîgehan tên ragirtin û bi vî rengî tên cezakirin. Daxuyanî wiha dewam dike; Eger mirov dema ragirtinê li ber çavan bigire, ger parlamenterên me ceza bixwin jî li gorî vê dema ragirtinê, ew ceza ji mêj ve temam bûye. Di çarçoveya van hemû rastiyan de pêwîste bû biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê nîqaş bi cih bihata anîn, lê mixabin 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê daxwaza berdana parlamenterên me bi piraniya dengan red kiriye. Ev biryar bi awayekî berçav, skandaleke hiqûqê ye, cotstandartî ye. Li Stenbolê hiqûqeke cuda li Amedê hiqûqeke cuda tê meşandin."
Hikûmet berpirsiyar e
Demîrtaş û Kişanak ragihandin ku ev biryar xizmetî pêvajoya çareseriyê nake, di ser de dikare pêvajoyê bixetimîne û banga wezîfe û samîmiyetê li hikûmetê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevparê siyasî yê vê biryara vîna gel binpê dike, hikûmet e. Hikûmet bi gotina 'karê dadgeriyê ye' nikare xwe jê rizgar bike. Biryara operasyona siyasî ya ku tevî wekîlên me nêzî 10 hezar siyasetmedarên me xist girtîgehê hikûmetê daye. Hemû qanûnên van girtin û dema dirêj a ragirtinê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatine derxistin. Dadgehên bi Erka Taybet, di dema Hikûmeta AKP'ê de hatine avakirin. Dadger û dozger ji aliyê vê hikûmetê ve hatine wezîfedarkirin."
Cotstandartî heye
Hevserokan ragihand ku hikûmeta AKP di heman demê de ji darizandinên siyasî berpirsyar e û gotin, "Divê ve skandala hiqûqê, ev cotstandartî tavilê bidawî bibe. Pêwîste dadgerî li hemberî vê cotstandartiyê biryara xwe careke din di ber çavan re derbas bike, li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn tevbigere û êdî hiqûqê binpê neke. Bila wekîlên me û hemû siyasetmedarên me yên girtî tavilê bên berdan. Weke BDP ji bo me zehmet e ku pêvajoyê bi vî rengî bimeşînin. Emê li pêşberî vê biryarê ti carî bêdeng nemînin. Li qadan bersiva herî baş dê bê dayîn."
Bûldan: Biryar cihê şermê ye
Lê hemberî biryara dadgeriya Tirk ya cotstandar Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan nerazîbûn nîşan da. Bûldan destnîşan kir ku bi vê biryarê re li Tirkiyê careke din hiqûq hatiye binpêkirin û got, "Hiqûq careke din hat binpêkirin, me ev dîtin. Li dû berdana Balbay diviyabû hemû parlamenterên din ên girtî bihatana berdan. Der heqê van hevalên me de biryareke hatiye dayîn nîne. Demeke gelekî dirêje tên hevalên me weke dîl tên ragirtin." Bûldan got, eger Tirkiye ji azadiyan ditirse, hingî kes nikare behsa dewleta hiqûqê bike. Biryareke ku Tirkiye û demokrasî birîn kiriye. Divê ev biryar tavilê bê sererastkirin. Careke din derket holê ku Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Biryareke cihê şermê ye."
KCD: Em vê biryarê qebûl nakin
Komîsyona Siyasî ya KCD'ê jê der barê redkirina daxwaza berdana wekîlên BDP'yî de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku gelê Kurd dê vê biryarê ti carî qebûl neke. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Ji Dadgehên Îstîklalê heta Dadgehên bi Erka Taybet, yanî ji dîrokê heta roja me ya îro hemû dadgehên taybet ên hatine avakirin, li hemberî Kurdan hiqûqek cuda yanî hiqûqeke taybet meşandine. Biryara dawî ya der heqê parlamenterên BDP'ê de hatiye wergirtin jî, vê yekê piştrast dike." KCD dibêje; "Weke Komîsyona Siyasî ya KCD em vê biryarê; weke dewama Hiqûqa Mêtîngeriya li dijî Kurdan, di heman demê de biryareke dijberiya 'Pîvana Wekheviyê ya Destûra Bingehîn' û cotstandartiyê dibînin û şermezar dikin." Komîteyê bal kişand ser komkujiya li Geverê jî û destnîşan kir ku gelê Kurd dê vê rewşê ti carî qebûl neke û bi rê û rêbazên hiqûqî, demokratîk û rewa berxwedana xwe ya demokratîk bilind bike."
DÎHA/AMED