Konferansa Mezin a HDPê li Enqerê 2 rojan pêk tê. 600 delege beşdar bûne. Di konferansê de hevserokên HDP’ê axivîn û wan got, ew ê kêmasiyên xwe bibînin û xwe di nava gel de xurttir birêxistin bikin.
Konferansa 3’an a Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şiyara “HDP’eyek hîn xurt, têkoşîneke hîn bi hêz” li Enqereyê tê lidarxistin. Ji tevahiya Tirkiyeyê 600 delege beşdarî konferansê bûne. Encamên ku ji civîn û konferansên li 6 herêman derketin holê di konferansa du rojan de tên nirxandin. Encamên konferansa mezin a HDP’ê wê li 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a 23’ê Sibatê bên nirxandin.
Em ê kêmasiyên xwe bibînin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li konferansê axivî û got, “Partiya me wê nexşeya xwe ya serdema nû zelal bike û em ê bi vê armancê nîqaşên berfireh û hêja bikin. Em ê kêmasiyên xwe bi hev re binirxînin. Em ê armancên xwe û xeta xwe ya polîtîk zelal bikin. Ji xurtkirina rêxistiniya xwe heta bi berfirehkirina muxalefeta civakî, li her qadê me dest bi pêvajoyek nû ya têkoşînê ya xurt, rêxistinbûyî, wêrek û bi biryar kirine.”
Yan demokrasî yan faşîzm
Bendewariya gelê me, civaka me, bindestan, jin û ciwanan a ji me mezin e. Em vê dibînin. Em ê li gorî vê bendewariyê kar bikin, têkoşînê bi rêxistin bikin û siyaseta demokratîk civakî bikin.
Faşîzm nasekine, wê demê em ê jî nesekinin. Em ê paş ve gavê neavêjin. Bi gavên ji xwe bawer em ê têkoşînê civakî bikin, mezin bikin. Yan demokrasî yan faşîzm. Yan ronahî yan tarîtî.
Her ku tecrîd bê şidandin têkoşîna gelê me ya li dijî tecrîdê jî wê mezin bibe û tecrîda mutleq wê bê têkbirin. Hêza herî girîng a guherîn û veguherînê ya vê pêvajoyê HDP ye. Her ku ew hewl bidin me kêm bikin em ê zêdetir bibin.”
Li girtîgehan êşkence heye
Piştî Buldan, Hevserok Sezaî Temellî li konferansê axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê desthilatdariyeke nehiquqî ye, desthilatdariyeke zordar e û got, “Hiqûq betal kiriye. Rewşa îstîsnayî kiriye rewşeke asayî. Sîstema edaletê hilweşiya ye. Sedema hilweşîna sîstema edaletê ev hiqûq e, hiqûqa tecrîdê ye. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, li Tirkiyeyê bi temamî ye. Tirkiye bi giştî tecrîdkirî ye. Tecrîda ku li Îmraliyê li Birêz Ocalan tê ferzkirin tecrîdeke ku çareseriya demokratîk dixitimîne. Xitimandina çareseriya demokratîk ji bo vê desthilatdariyê pêwîstî ye. Ji ber ku bi saya vê xitimandinê rejîma otorîter li ser piyan dimîne. Dema ku mirov bala xwe didin ser girtîgehan vê sîstema zordar dibînin. Li girtîgehan êşkence heye, mafên mirovan tên binpêkirin.”
Demîrtaş û Zeydan peyam şandin
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê berê Abdullah Zeydan ên dîlgirtî ji 3’emîn Konferansa Mezin a HDP’ê re peyam şandin.
Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji çar xalan ji aliyê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş ve hate xwendin.
ENQERE