Li Tirkiyeyê bandora zelzeleya ku hikûmeta AKPê hejand, dewam dike. Ev bîst roj in, di saziyên dewletê, bi taybetî di yê daraz û muduriyeta polêsan de quweta kê bi ya kê kir... Diz û zordestên ku heta îro bi hevkariyeke mezin bi qirika kurdan girtibûn, niha di nava pevçûneke desthilatdariyê de ne. Hikûmeta AKPê heta qirika xwe ketiye nava dizî û rişwetê. Îmkanên dewletê gişt sewa menfeeata xwe xebitandine. Pereyên ku ji qirika zar, zêç û sêwiyên xelkê qut kirine gişt di nava xwe de parî hevdu kirine. Derew û sextekariya xwe bi zimanekî dînî veşartine, xelk kirine xewê û bi bêexleqî û bêrûmetî bi milyonan pere dizîne.

Wexta ku bi zordestî û zilmê bi kurdan xwîn didan verişandin, li hêla din jî di nava xwe de pereyên xelkê talan kirin! Bi pereyên dizî´yê çûne hecê û pê mal û milk kirrîne... Li Roboskî, Parîs û li Geverê zarok û jinên kurdan kuştin, li  Rojava bi destê El-Qaîdeyê bi awayekî hov seriyê zarok, kal, pîr û jinên kurd dan jê kirin. Parlamenter, şaredar û bi hezaran siyasetmedarên kurd avêtin zindanan. Li hêla din jî dizî, rişwet, talan...
Gişt bi navê Xwedê, gişt bi navê dînê!.. Ha hikûmeta AKPê ha cimata Fethullah Gulen!.. Her du hevkarên zalim û zordest in, nûnerên desthilatdariya tirk a nijadperest in. Yek ji ya din ne paktir e; gişt diz in, gişt mêrkuj in!..
Ev sê hefte ne em vê kaosê temaşe dikin. Berdevk û çapemeniya cimatê tenê bahsa ji kar dest kişandina dozger û polîsan dike, lê qet qala bi bidestxistina emniyet û darazê û bêyî delîl xistina zindanê ya bi dehhezaran kurdan nakin. Bahsa zilma ku li kurdan kirine, qet nakin. Hikûmeta AKPê jî qet bahsa diziya xwe nake, li şûna wê tenê bi gotinên dewletekî paralel û lîstikên hêzên navneteweyî dixwaze rûreşiya xwe ji ber çavên xelkê dûr bixe...
Wexta mirov çav û guh dide analîz û nirxandinan, tê dîtin ku psîkolojiyekî ku yan meylî gotinên AKPê yan jî yên cimatê dike derdikeve pêş. Car caran AKPê, car caran jî cimata Fethullah Gulen; an wek qurban an jî wek bêguneh tên nîşandan. Divê neyê jibîrkirin ku ev şerekî navxweyî ye. Ne pevçûneke di nava du hêlên cihê de ye. Sewa vê yekê jî divê mirov ne piştgiriya wan bike, ne jî pişta xwe bide wan. Xwe ji wan her du hêlan dûrbixe û tesîra wan ji jiyana xwe derêxe.
Bi taybetî jî kurd divê nekevin dûv rojeva van herdu diz û mêrkujan;  rojeva xwe ya xweser bişopînin. Di nava kaosekî werga de temaşekirin û payîn ne karê kurdan e! Him bi çalakiyan bertekên xwe yên li hemberê komplo û komkujîyan nîşan bidin, him daxwazên xwe yên demokratîk bînin zimên him jî sazkirina jiyaneke kurdewar bênavber bidin meşandin.
9ê çileyê roja kuştina sê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê, 22yê çileyê Konferansa Cenevreyê ya ku tesîrê li ser qedera Rojava bike, 15ê sibatê komploya navneteweyî, Newroz û hilbijartinên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê bi zêdeyî firsendên çalakbûn û xweîfadekirinê datîne ber kurdan. Him li welat him jî li derveyî welat; him karê rêxistinî him jî yê dîplomasiyê li benda kurdan e.
Li Bakur livandinek hebe jî, li beramberê kaosa siyasî ya li Tirkiyeyê helwestekî bi bandor xuya nake. Xebatên hilbijartinê belavele ye. Sewa kêmkirina bandora siyasî ya dewleta Tirk û saziyên wê, helbet tesîra dizên AKPî û cimatê hilbijartin firsendekî mezin e. Wer xuya ye ku li bakurê Kurdistanê di hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê pêk werin de desthilatdariya herêmî li piraniya bajarên kurdan wê bikeve destê kurdan. Tenê bi qêrîn, protestokirin an jî bi berteknîşandanê azadî pêk nayê. Li hinda vê yekê divê ji perwerdeyê heta aboriyê jiyan bi giştî bi kurdî were xemilandin û bi rengên kurdewar were rêxistinîkirin...