Dr. Mehmûd Osman li ser êrîşên  dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd  got, Tirkiye gelekî li dijî gelê Kurd e û wiha peyivî: “Eger Kurd li ser Marsê jî bin, Tirkiye wê hewl bide biçe wir, dijbertî û nijatperestiya xwe ya li hemberî Kurdan bimeşîne.”

Dr. Mehmûd Osman ragihandin ku Erdogan kesekî dîktator e û wiha dewam kir; “Erdogan di warê exlaqî de ne temam e, ew gotinên Tirkiye der barê Qendîl û Şengalê de dike, tenê axaftin e. Li dijî siyaseta Tirkiyeyê divê gelê Kurd bi tifaq be û yek deng be. Bi taybet wê siyaseta piştî girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê şermezar bikin.”

 ‘Wê kiryarên dewleta Tirk bi ser nekevin’

Siyasetvanê Kurd û parlamenterê berê yê Iraqê Dr. Mehmûd Osman herî dawî got; “Ev kiryarên Tirkiyeyê jî wê bi bin kevin û çarenûsa wan wê weke Seddam Hisên be.” 


HANA AZAD / ROJNEWS / HEWLÊR