Tirkiye û Sûriye astengî derdixin
Dr. Ender balkêşa ser rewşa niha ya Rojava û da diyarkirin ku wî bi çavê xwe gelek dîmen dîtine û gelek pê bandor bûye. Karadaş di vê derbarê de wiha got: “Her çendî li wê derê şerek mezin jî heye, lê gelê li wê derê çi Misilman, Asurî, Êzidî yan jî Ereb bi hevre jiyan dikin, alîkariya hevdû dikin û li ser karê xwene. Ev yek bandorek mezin li ser min çêkir.”
Herwiha Ender da diyarkirin ku wî bi pijîjkên li Rojava re hevdîtin pêkaniye û got ku niha rewşek pir giran li wir heye. Karataş wiha behsa rewşa tendirûstiyê ya birîndaran kir: “Ez çûm nexweşxanê, me birîndar dîtin. Rewşa wan xirab bû, ji ber ku dermanên ji bo pêdiviyên pêwîst nebûn. Tirkiye û Sûriye nahêle derman ji bo Rojava biçin û ambargo li ser Rojava heye, nehiştina derman li gorî qanûnên navnetewî jî ne raste. Li wê derê rewşa şervanên birîndar dibin, zarok û kalan nebaşe, pêdiviyên ji bo dermankirina emelyatan gelek kêmin.”
Rewşa koçberan ne baş e
Karadaş got ku ew dixwaze ji bo Rojavayê Kurdistan di aliyê tendirûstiyê de hinek kar bike û got ku wî ligel doxtorên li wê derê re jî hevdîtin pêkanîne. Karadaş diyar kir ku wê bi pijîjk û Heyva Sor a Kurdistanê re di nava peywendiyan de bi daku tiştek ji bo Rojava bê kirin. Dr. Karadaş destnîşan kir ku bi hatina rewşa zivistanê re wê rewş hîn xiraptir bibe û wiha pêde çû: “Bi taybet wê bi hatina werza zivistanê re, rewşa kampa Newroz xirab bibe, ji ber ku li wê derê zêdetirî 7 hezar kes hene û piraniya wan kal û zarokin. Di zivistanê de wê pêwistiya van kesan bi derman, betenî û pêdiviyên din hebin.” Dr. Ender Karadaş bal kêşa ser gelê Êzidî yê niha li çiyayê Şengalê jî û wiha got: “Pêwîste di demek nêz de alîkarî ji bo gelê Êzidî yê çiyayê Şengalê were şandin, ji ber ku hatina zivistanê wê bi xwere rewşê nebaş bike. Dr. Ender Karadaş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û pijîjkan kir ku alîkariya gelê Rojava û penaberên li çiyayê Şengalê bikin.
ROJ NEWS/SİLÊMANÎ