Endamê Kongreya Neteweyiya Kurdistanê (KNK) û Mamostayê Zanîngeha Dihokê Kamûran Berwarî ku têkildarî kaosa li gelemperiya Rojhilata Navîn heyî û têkildarî rêyên derbaskirina krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê ji Roj News re axifî.
Ji bo krîza li Rojhilata Navîn rêbazên çareseriyê hene gelo; ev krîz wê çawan bê çareserkirin?
Piştî ji Sykes Pîcot, Lozan û Sewrê heya sala 1923’ê, Sefewî û Osmanî hilweşiyan. Êdî ev pirsgirêka Rojhilata Navîn ev 100 sal e didome û nehatiye çareserkirin. Ji bo wê jî em dibînin sîstema netewe dewlet, weke ku neteweyekê tenê girêdayî dewletekê bike, ev jî bi ser nakeve. Ji bo çareseriya hemû krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn pêwîstî bi fikir, felsefe û bernameya Serok Apo heye. Çareserî di projeya wî ya demokrasiyê ji bo Rojhilata Navîn de ye. Ocalan pêşniyaz kir ku divê di nava Rojhilata Navîn de hemû sînor rabin. Li hemû Rojhilata Navîn herêmeke konfederaliya demokratîk bê avakirin. Em dixwazin di navbera dewletan de sînor rabin. Weke Yekîtiya Ewrûpa. Jixwe, li Rojhilata Navîn konfedaralîzmekî demokratîk ava bibe, pêwîstî bi sînorên, olî, mezhebî, neteweyî û yên dewletan namîne. Lê ger ev pêk nehat, hingê Tirkiyeyake konfedaralîzma demokratîk ava bibe, Kurd, Ermen, Laz, Çerkez, Ereb û hemû netewe bigihêjin mafên xwe, ji bo Sûriyeyê, Îran û Iraqê jî heman tişt bibe. Wê demê ev ji bo wan baş e.
Gelo ev netewe dewleta ku çêbûye destûrê nade ku çareserî pêk were, çima sîstema konfederalîzma demokratîk?
Ger sîstema netewe dewlet sîstemeke serketî bûya, wê sedsala bihûrî encamek bi dest bixista. Li Îranê tu bi xwazî, nexwazî qewmekî fas lê desthilat e û dewletek Farsan e. Heya li Îranê mûsilmanekî Sûne nikare bibe Serokkomarê Îranê. Li Tehranê çênabe mizgefteke Sûneyan hebe. Li Iraqê jî heya sala 2003’ê ku desthilata Sedam rûxiya, Kurdek nedikarî li Iraqê bibe desthilat. Yan jî Erebek Şîe bibe serokkomarê Iraqê. Li Tirkiyeyê jî heman nijatperestî heye. Her wisa li Sûriyeyê nijatperestiyekî xerabtir heye. Gelek netewe, bawerî, mezheb û pêkhate tê de hene. Ji ber ku her sîstemek li ser bingehê netewe dewlet be, mecbûr e ku neteweyên din bindest bike. Ger Iraq li ser bingehê tayîfî, yan mezhebî û nijadî bê parvekirin, pir xerab e. Ger dewleteke Sûne, Şîe û Kurdî çêbibe, pirr xerab e. Ji ber ku ew dewleta Sûne li ser xaka Kurdistanê wê pêk were. Wê demê pirraniya xaka Kurdistanê ji destê Kurdan derdikeve. Parêzgeha Mûsilê diçe, beşek ji parêzgeha Dihok, Hewlêr, Diyale, Kerkûkê diçe.
Konfederalîzma demokratîk çareseriya pirsgirêkên mezhebî û etnîkî ye
Lê ger li ser bingehê konfederalîzma demokratîk be wê bibin du herêmîn coxrafî, her Erebek dikare di nava vê konfederalîzmê de bi azadî bijî. Di nava van du herêmên konfederalîzma demokratîk de tu dikarî piştre sîstemê kantonan pêk bînî. Yan jî sîstema xweseriya demokratîk, yan jî sîstema wîlayetan bê avakirin. Ji bo çêkirina her şêweyek sîstemê maf heye. Sîstema konfederalîzma demokratîk giringîpêdana demokrasiyê ye. Beşdarkirina gel li desthilatiyê ye. Ji ber ku çarenûsa gel di destê gel de be cûda ye ku çarenûsa gel di destê hinek malbatan, yan takekes an jî aliyekî de be.
Cûdahiya sîstema konfederalîzma demokratîk li gel sîstemeke navendî çi ye? Gel çawan tevlî dibe?
Sîstema konfederalîzma demokratîk ji ber ne sîstemeke ji jor ber bi jêr e, biryar li jêr tên dayîn. Gel li tax, semtan civînên xwe çêdike, rêxistinbûna xwe çêdike. Saziyên xwe ava dike. Gel bi xwe di aliyê asayîş, leşkerî, aborî û rêveberiyê de xwe bi rê ve dibe. Dema rêveberî ji nav gel be, gel jî wê rêzê bidê û ew jî wê xizmeta wî gelî bike. Dema destûr, gel, sîstem û welat bû demokrasî, wê demê wê demokrasî li ser hemû beşan bibe xwedî bandor. Ya din jî sîstema hevserokatiyê pir giring e. Dema yek jin û yek mêr be, wê demê wekheviya civakê jî li ber çavan tê girtin û ev pir giring e. Belê di sîstemên din de dîktatorek tê ser desthilatê. Hemû gelan dike koleyê xwe. Piştre jî ev desthilat vedigere binemalî û derdorê malbatê. Êdî hemû tişt gendel û ji rê derdikeve. Ji bo wê jî em dibînin ku ev sîstem li Rojhilata Navîn bi dawî tê.
Li Iraqê aloziyên dîrokî di navbera Sune û Êe de hene, gelo sîstema konfederalî ya demokratîk wê karibe ji bo vê aloziyê çareseriyekê peyde bike?
Dema li Iraqê li herêmeke weke Bexda ev sîstema konfederaliyê bê pêkanîn, li wir Kurd, Ereb hene, Sûne û Şîe hene. Gelên din jî hene. Di fikir û felsefeya Serok Ocalan da, projeya wî ji bo Rojhilata Navîn pêşniyaz kirî de, wê zêhniyet û nêzikatiya mirovan bi xwe bê guhertin. Pirsgirêka Iraq û Rojhilata Navîn pirsigrêka nezanînê, cahilbûnê ye. Ev dijberî tenê di sînorê Şie û Sûneyan de nemaye. Êdî gihaye sînorê hizb, gund û eşîran. Divê me sîstem û aqliyetek lêkbûrînê hebe. Aqliyeta hevdû qebûlkirinê hebe. Dema tu lê dinêrî 3-4 biraderên PKK´ê ku her yek ji neteweyekî cuda li gel hev in, lê tu qet hest pênakî ku ev ji neteweyên cûda ne. Yan jî baweriyên cûda ne. Ji ber ku li gel wan a girîng ew e ka tu ji bo vî gelî û welatî çi dikî.
Sedema aloziya niha li Herêma Kurdistanê çi ye? Destûra ji bo çareseriya van aloziyan çi ye?
Xala girîng û stratejîk li Başûrê Kurdistanê ku Kurd nebûne tiştek, ji ber ku desthilata Kurd her ji destpêkê heya niha, desthilateke lawaz e. Ji destpêkê heya niha ji bo xwe ti destûr, yasa, proje, bi giştî stratejiyekî neteweyî nedaniye, ku bingehê mafê mirov, civaka sivîl li ber çavan bigire. Ji bo wê jî her çend salan dirûşmek wan a cûda hebû. Sala 1981’ê, dirûşma ‘mafê çarenûsê’ bi pêş ket. Bes wê demê PDK’ê li dijî derket. Got ku hûn bazirganiyê bi vê dirûşmê dikin. Ger di wê demê de PDK, YNK, Sosyalîst û hemû hizbên din bi hevre xwedî li vê dirûşmê derketiban, wê demê rewşa Başûr û herêmê gûncaw bû, şerê Iraq û Îranê hebû û li holê Iraqeke lawaz hebû. Lê belê Kurdan tiştek nekir. Heya 1991’ê dirûşmên van hizban dijî hev bûn. Dema hilbijartinên sala 1992’ê weke partiya gel wê demê me dirûşma federalîzmê bilind kir. Dîsan PDK li dijî me derket, xelk digirt, êşkence dikir, winda dikir. Wan dirûşmeya otonomî bilind kir. Kurdan nekarî li Başûr ji bo azadiyê bibin yek. Ji derve jî nekarî vê pêk bînin. Ji 1991’ê û vir ve, ne Ereb, Tirk, Fars, Birîtanya li vir nebûn. Bes wan çikir? Tiştek nekir. Ji bo wê jî niha gelê me gihaye wê baweriyê ku ev krîza heyî êdî bi vê desthilatê, bi van mirovan, bi vê sîstemê û aqliyetê nayê çareserkirin, pêwist e alternatîfek hebe.
Qala serxwebûnê tê kirin, lê belê du rêveberî li herêma Kurdistanê hîna jî dewam dikin. Di rewşeke wiha de weke dirûşim serxwebûn, wê ji bo herêmê bibe çareserî?
Ev serxwebûn weke ku zarokên yekî li ber befir û baranê bin, tiştek di destê wî de nebe, ji wan re bibêje ez ê ji bo we qesrekê çêkim. Belê ka pêşî konekî deyne, yan odeyekê çêke, em biçin bikevinê, piştre tu qesrekê bi dilê xwe çêke. Dirûstkirina dirûşmeyek wiha jî weke bazirganiyekê ye. Xapandina raya giştî ya xelkê Kurdistanê ye. Ji ber ku ger tu bixwazî dewleteka Kurdî çêkî, pêşî azadî divê û dewlet bê azadiya erdî çênabin. Ji sedî 56’ê xaka Kurdistanê dibin destê Iraqê de ye. Madeyê 140´ê heye û di gûmanê de ye. Ger ku tu dewletekî çêkî, ne li ser vê xakê be, hingê te dest ji nîvê xaka Kurdistanê berdaye. Beriya ragihandina dewlêtê pêwîstî bi hebûna destûrê heye. Tu nikarî parlamentoyê hilweşînî, serokê parlamentoyê bişînî mal, bi biryareke şexsî û hizbî û tu bibêjî ez ê dewleta Kurdî ragihînim. Yasayîbûna Serokatiya herêmê jî nemaye. Pêwîst e ew yasayîbûna xwe ji gel wergirin. Kurdistan ne tenê Dihok û Hewlêr e. Tu dikarî ji bo xwe navê wê bikî dewleta Dihok, dewleta Barzan, Berwariya, Mûzîriya. Belê ji bo dewleta Kurdî divê Başûrê Kurdistanê hemûyî bikî yek. Dewleta Kurdî bi dirûşman çênabe.
Li Başûrê Kurdistanê pêwîst e pêş hemû tiştî hizbên siyasî bên hilweşandin. Li ser bingehekî rast û dûrist ê hizrî û felsefî bên avakirin. Hizib bûye rêyek ji bo xwe dewlemendkirinê. Rêyek ji bo diziyan. Divê Jji nû ve hinek hilbijartinên rast û dûrist bên kirin, ji nû ve sîstemek taze bên danîn.
Bes, hûn çareseriya van pirsgirêkan di kû de dibînin?
Ya rastî, pêwîst e pêşî sîstem bê diyarkirin. Te çi cûre sîstema federalî, konfederalî divê. Her weha tu wê çawan li gel Iraqê bijî yan jî jê cûda bibî, yan federal bî yan otonomiyê wergirî. Piştî wê sîstema parêzgehan çêkî yan na. Em dibêjin divê sîstemeke Başûrê Kurdistanê ya konfederaliyê li gel Iraqê hebe. Ev sîstema konfederalîzmê ya li Başûrê Kurdistanê jî sîstema nemerkezî be. Xelk azad be. Herêmên nû çêbin û her yek ji van herêman li gorî sîstema xwe, bi xwe yasa û destûra xwe diyar bike. Leşker, asayîş û projeyên wî yên siyasî hebin. Hemûyan bi hev re jî rêveberiya Herêma Kurdistanê hebe. Asayîş û bûdçeya federal hebe. Ji bo wê jî divê me destûrek hebe.
Ew destûra sala 1991-92´an êdî dema wê derbas bûye. Ev 26 salin em bê destûr in. Weke mînak, ev 10-12 sal in ku Barzanî Serokatiya Herêmê kir, li gorî wê dikare heya qiyametê jî bibe serokê herêmê. Ti carî destûrê nexe dengdanê. Piştî destûr bikeve dengdanê jî dikare 8 salan serokê herêmê be. Li hemberî vê nerazîbûna tevahiya rêxistinên sivîl, xelkê herêmê û dostên herêmê çêbû. Belê dîsan her ev xale nehat guhertin û weke xwe ma. Ji bo wê jî pêwîstî bi destûrek demokratîk, pêşketî heye. Divê destûr ji aliyê destûrvan, zanyaran ve bê nivîsandin. Kesên têgihiştî û jê famdikin binivîsin. Divê di her beşa destûrê de kesên zana cih bigirin. Ji ber ku destûr çaresaz e. Me heya niha danasînek ji bo sîstema dewleta Kurdî nîne. Em nizanin gelo em dewleteke malbatî, gundî, feqîrî, Sûne, Şîe, demokrat yan çînî ne. Tiştekî ji sîstemê nizanî. Yên ku dibêjin em ê dewletê çêkin, bila kerem kin, projeyên xwe yên ji bo dewletê eşkere bikin. Divê şêwazê dewletê li Başûrê Kurdistanê bê diyarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN