Bi munasebeta salvegera tevkujiya Qamilo û tevkujiya Gaziyê KCK, KJK, HDP’ê û Kordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava peyam weşandin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de her wiha bal kişand ser darbeya 12’ê Adarê û destnîşan kir ku bîranîna şoreşgerên piştî vê darbeyê hatin qetilkirin wê bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hevpar a gelan, bijî.

Hevserokatiyê diyar kir ku ruhê têkoşer ê ciwanên şoreşger ku bi şoreşa Vîetnamê û têkoşîna rizgariya Fîlîstînê re kapîtalîzm hejand, bandoreke kûr li ser tevgera demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê kir û da xuyakirin ku ji bo bidawîkirina vê tevgerê, di 12’ê Adara 1971’ê de darbeya leşkerî hatiye kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi darbeya 12’ê Adarê re li hemberî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û şoreşgeran, pêleke êrîşê ya faşîstan hatiye destpêkirin û ev tişt ragihan: “Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê li hemberî darbeya faşîst a 12’ê Adarê serî netewandiye û bi sekneke milîtanî û biryardar li ber xwe daye. Berxwedana lehengî ya Mahîran a li Kizildereyê, qîrîna Denîzan a ‘Bijî Yekîtiya Têkoşînê ya gelên Kurd û tirk a li sêdarê, berxwedana Îbrahîm Kaypakkaya ya bêhempa, îro di nava tevgera azadiyê û yekîtiya têkoşînê ya tevgerên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê de dijîn. Em Mahîran, Denîzan û Kaypakkayayan careke din bi berxwedana wan a bi rûmet re bibîr tînin. Em ê bîranîna wan bi bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên me re, bidin jiyîn.”


Bîranîna şehîdên Gaziyê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di 1990’î de bi Komkujiya Gazî re hewl hatiye dayîn çavê kedkaran, elewiyên berxwedêr û tevgerên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê yên xwedî li Tevgera Azadiya Kurd derdiketin were tirsandin û wiha hat gotin: “Lê ev berxwedan hîn bêhtir hatiye xurtkirin û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hevpar a gelên me mezintir bûye. Bi vê wesîleyê em careke din hêzên faşîst ên Komkujiya Gazî kirin bi hêrseke mezin lanet dikin, li pêşberî bîranîna şehîdên Gazî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”


Kevneşopiya berxwedanê

KCK’e, qurbaniyên komkujiya di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişlo hat destpêkirin, bibîr anî. Di daxuyaniya KCK’ê de ev xal hat destnîşankirin: “Di 12’ê Adara 2004’an de rejîma faşîst a Baasê, li Qamişlo komkujî aniye serê gelê me. Di vê komkujiyê de bi dehan welatparêzên me jiyana xwe ji dest dane, bi dehan birîndar bûne. Gelê Kurd, li hemberî rejîma Baas a mêtinger her tim li ber xwe daye. Kevneşopiya berxwedanê ya gelê me bê navber dewam kiriye û bi şoreşa Tîrmeha 2011’an re tacîdar bûye. Şoreşa Rojava îro bûye çavkaniya mezin ji bo hemû bawerî û gelên bindest, veguheriey modela Xweseriya Demokratîk a jiyana bi hev re ya hemû gelan. Bi Rojava ya Azad re eger Sûriyeyeke demokratîk were afirandin, dê hemû gel û bawerî bi hev re di nava rewşeke demokratîk de bijîn.” 


Banga lanetkirina Komkujiyê

Koordînasyona KJK’ê di salvegera 11. de Komkujiya Qamişlo protesto kir û bang li gel kir ku lanet li komkujiyê bîne. Koordînasyonê destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li komkujiyan yekîtî û bi vê yekîtiyê re avakirina jiyaneke nû ye.

Koordînasyona KJK’ê got, “Gelê me, rewşên tinehesibandina vîna xwe ya civakî, her tim weke sedema têkoşîna bingehîn dîtiye û li ser vê bingehê berxwedana xwe ya civakî herdemî kiriye. Berxwedana Qamişlo ya li ser vê kevneşopiyê derket holê, rastî êrîşên faşîzan ên Dewleta Sûriyeyê hat û li ser vê bingehê komkujiyekê rû da. Di salvegera 11. de em vê komkujiyê lanet dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku Komkujiya Qamişlo lanet bike. Bersiva me ya herî mezin a li komkujiyên li hemberî gelê me, wê yekîtiya me û bi vê yekîtiyê re avakirina jiyana nû be.”


HDP: Xwestin Elewî û Kurdan teslîm bigirin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, ji ber salvegera komkujiyên Qamişlo û Gazî daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

HDP’ê bibîr xist ku di Komkujiya Gazî de got, “Komkujiya Gazî, mîna li Dêrsim, Mereş, Çorûm û Sêwasê weke komkujiyek li hemberî civata Elewiyan cihê xwe di nava rûpelên tarî yên dîrokê de girt.”

HDP’ê têkildarî tevkujiya Qamişlo de jî got, “Di êrîşa li Qamişlo de 29 Kurd hatin qetilkirin. Rejîma Baasê bi vê komkujiyê re xwest lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd a ji bo nasname, rûmet û statuya xwe têdikoşe, bitepisîne, gel bêdeng bike û teslîm bigire.” 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di ser komkujiyê re 11 sal derbas bûne û îro li Qamişlo rewş gelekî cuda ye û hat gotin, “Gelê Kurd ji têkoşîna xwe ya bi salan meşand, gavek bi tenê bi paşve neavêt û bi hêza xwe ya cewherî rêveberiya xweser ava kir. Pêvajoya heta gihaşt Şoreşa Rojava ne hêsan bû. Lê belê di encama berdêlên hatin dayîn de vîna gel bi ser ket.”


KCD’ê komkujiyên 12’ê Adarê lanet kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji ber salvegera Darbeya 12’ê Adarê, Komkujiyên Gazî û Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand.Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di salvegera Darbeya 12’ê Adara 1971’ê, Komkujiya Gazî ya 12’ê Adara 1995’an, Komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an û qetilkirina Berkîn Elvan a di 11’ê Adara 2014’an de, em hemû hêzên darbekar-kontra yên êrîşî hebûn, yekîtî û pêşeroja me ya demokratîk kirin, bi tundî lanet û şermezar dikin.”

KCD’ê yên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û ev tişt parve kir: “Li gorî berpirsyariya dilsoziya bi bîranîna wan re, ji bo afirandina welatekî demokratîk, wekhev û azad, em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku têkoşîn û berxwedana hevpar xurt bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN