Li gelek bajarên Ewrûpayê, şehîdên meha Gulanê bi çalakiyan hatin bîranîn.
Li bajarê Swîsreyê Bielê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civînek pêk hat. Xizmên şehîdan di civînê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna şehîdan a ji bo Têokşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Siyasetvan Demîr Çelîk di civînê de pêvajoya siyasî nirxand û diyar kir ku berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê domahiya têkoşîna şehîdan in.
Li bajarekî din ê Swîsreyê, Lozanê jî di bibîranînê de sînevîzyon li ser têkoşîna şehîdên meha Gulanê hate nîşandan û qisekerê bi navê PYD’ê got, “Şehîdên me afirînerên şoreşa Rojava ne.”
Li bajarên Bern, Luzern û Rapperswilê jî di çalakiyên li NCDK’yan de, şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Ji bo mîtînga navendî ya 22’ê Gulanê ya li ber Parlamena Ewrûpayê ya li Brukselê jî banga beşdariyê hate kirin.
Ji bo şehîdan Kurdistaneke azad
Şervanê YPG’ê Botan Kiçî (Hasan Şakar) ê sala 2017’an şehîd bû û gerîlayê HPG’ê Agir Pîzot (Mehmet Arslan) ê Nîsana bihurî şehîd bûn jî li bajarê Elmanyayê Dresdenê hatin bbiîranîn. Bi navê malbata Şakar birayê wî Mehmet Şakar axivî.
Şehîdên meha Gulanê li bajarê Elmanyayê Giessenê li NCDK’ê hatin bibîranîn. Beşdaran bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û got, “Ji bo şehîdan, em ê Kurdistaneke azad ava bikin.”
Em ê dilsozê têkoşîna wan bin
Li bajarê Awusturyayê Grazê di şexsê Alîşer Xelîkan û Nûda Çiya de şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.
Şehîdên meha Gulanê li bajarê Holandayê Nijmegenê jî hatin bibîranîn. Nûnerê KOMAW’ê yê Holandayê Mehmûd Zengîn li civînê axivî û şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anîn. Siyasetvan Kemal Aktaş jî got, ew ê dilsozê têkoşîna şehîdan bin.
Li bajarê Swêdê Borlangeyê jî şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Li ser jiyan û têkoşîna şehîdên meha Gulanê sînevîzyonek hate nîşandan. Beşdar jî li ser wateya cangoriyan ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê axivîn. Wan her wiha îşaret bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN