Peyama Birêz Ocalan ya 21ê Adarê bu milad. Lê tecrîda li Imralî hîna jî berdewam dike.  
Peyema mîladî, xwedî germahiyek şaristaniya qedîm e û bersiva xwe jî dît. Ev tê wateya giraniya dîrokê.

Di demeke ku komarên bazirgan û sîstema selefkari ya businessmanan, careke din cîhan ber bi wêraniyê birin; Rojhilata Navîn jî kirin nava tofana agirekî volqanî, peyama Birêz Ocalan bu hêviya gelan.  Bayê hêviyê, pêşî li Tirkiyê û Kurdistanê bizivî û weke  paradigma guhertinê bandora xwe kir. Ev tê wateya çareseriya îradî.
Bi vê mebestê  komarên bazirgan û bussinesmanên cîhanê, pê re pê re ketin nava tevgera dîplomatîk. Peyamê, ji Atlantîkê, heta bi qeraxên bircikên bedena Çînê deng veda. Lê bizrê wê, li Israîl, Tirkiyê û Filîstînê şîn bû.  Hinek ji nivîskarên Tirk, ku weke stratejisyenên şerê qirêj yê li dijî gelê Kurd derketibûne pêş, ev rastî dîtin û nivîsîn. Wan jî fêm kir ku kes nema dikare bi berçavikên îdeolojiya dewletê, li pirsgirêka Kurd binêre.
Lê bandora peyama mîladî  ya derve jî heye: Emerîka, belaş û bê wate, peyama miladî ya Birêz Ocalan  bi çepikan silav nekir. Ji ber ku Ocalan, mîna Voltaire û Şoreşa Frensa, li ser navê gelan teva axivî.
Emerîka, di siyaseta Rojhilata Navîn de hêdî hêdî têk diçe. Kesayetên Kurd, ku ji binyata xwe qut in, dewşirme ne, nikarin nunertiya gelê Kurd bikin û pêşengiya çarseriya pirsgirêkên herêmî bikin. Hewldanên ji xwezahiya rastiya Kurd dûr û sunnî, di rastiya diyalektîkê de difetisin. Emerîka dît ku Abdul Basit Seyda. fetisî, baş dizane ku serokwezîrê muxalefeta alternatîf ya Suriye  Gassan Hîtto jî, wê nikaribe vî barê giran hilgire.
Xeşîma davik û kemînên li Rojhilata Navîn, siyaseta Emerîka, Îsraîl û sîstema kapîtalîst teva tehdîd dike. Van basikan dît ku Haraketa Azadiya Kurd û Serokatiya wê, di guhertina herêmê de aktorên sereke ne. Di rastiya bihara gelan de, şerê 30 salî heye. Hemberî ku hêzên bazirgan teva, bi komployên cîhanî li dijî vê Haraketê ketin nava êrîşên dijwar jî, nikaribûn têk bibin. Komkujya li Parîsê êrîşa dawî bû.
Bi vê mebestê gotinên Birêz Murat Karayilan ku di pîrozbahiya Newroza Bonnê de got, “ev pêvajo bi rîskan dagirtî ye” giring in. Divê Kurd di vê pêvajoyê de şiyar bin.
Stratejiya hêzên çete û paramilîter, ku dibin pêşengiya Tirkiyê û hevkarên wê de pêşket,  herêm kire labîrenta davik û kemînan. Xeşîmên bi davik û kemînan dagirtî dikare dirêjî Ewropa jî bibin.
Peyama Mîladî, bu sedema ku Emerîka û Ewropa jî bi rastiya xwe re rû bi rû werin. Dîtin ku, desthilatdariya AKPê, li ser sê-çar şelîtan cambaziyê dike. Ev siyaset, di encamê de li serê xwediyê xwe dibê bela. Mînaka vê, nakokiya navbera Erebîstana Suudî,  Qatar û Tirkiyê de ye. Komara Tirkiyê dibin pêşengiya Receb Tayyip Erdogan de, giha qonaxa dawî û hêdî hêdî li herêmê bû weke hêza faşîst. Hêrsa kîndarî ya komara Îttîhadî, di şexsê Rojavayê Kurdistanê de herêm ber bi şerekî giştî, kûr û dijwar dibe.
Bi vê mebestê trafîka dîplomatîk, bi serdana wezîrê karên derve yê Emerîka John Kerry dest pê kir. Di heman demê de, civîna 1. û 2. ya şandeyên BDPê û Birêz Ocalan re pêk hatibûn. Yanî, konjoktura siyasî ya li Rojhilata Navîn hêzên global mecburî hinek gavan dike.  Ev mecburiyet, dinava xwe de rîskan ragire jî, êdî nema dikare paş de gavan biavêje.  
Barekî giran dikevê ser milên rewşenbîr û medya Kurd.
Balkêş e, rewşenbîrên ku heta doh bû, ji sedema şer-kirinê êrîşî Haraketa Azadiya Kurd dikirin, îro, ji sedema ku ber bi çareseriya demokratîk gavên erênî têne avêtin, rexneyên tund dikin. Ev dirûtî ye. Hinek ji rêxisitnên çepgirên Tirk jî heman tiştî dikin. Balkêş e, van çepgiran, hîna jî “destîniya gelan radestî gelan nekirine”. Li programên wan binêrin hunê vê rastiyê bibînin.
Peyama mîladî ya Ocalan, bang  li 3 baskan dike: Yek: Baskê Tirk... Du: Baskê Kurd... Sê: Baskê gelên cûda!...  Ev tê wateya ku Haraketa Azadiya Kurd, tevahiya gelan himbêz dike û gelên cûda bi destîniya wan re terk nake. Di pêkhatina gelên demokratîk, dewleta demokratîk û destura bingehîn ya demokratîk de, garantoriya mafê gelan teva dike.  Ev redda 3-4 xalên îdeolojiya nijadperestiya Tirkîtiya spî, ku di destpêka destura bingehîn  ya Tirkiyê de cih digirin e. Yanî, Komara Tirkiyê ne dewletek bi tenê ye û nema dikare sîstema “navendî adem-î” biparêze. Ev daxwaza guhertina karaterê tevahiya komarê ye.
Hinek kes û derdor, mijara pêxemberan ku di Peyama Mîladî de hatiye ziman dikin. Gelo ew kes û derdor, nizanin ku Cenabê Muhammed, Cenabê Îsa û Cenabê Musa, Cenabê Birahîm, Cenabê Manî û  Cenabê Zerdeşt jî, li hemberî bazirganiya selefkar bi hişyarî tevdigerin? Herî zêde cenabê Muhhamed, dibêje, “rastmal mirovan zalim dike, desthilatdaran bêbext û hov dike.” Ji ber ku rastmal, çînên dinava misilmantiyê de  kûr û dijwar dike û dibe sedema nakokiyên mezin.. Di ideolojiya misilmantiyê de “îmtîyaza ji dayikbûnê” nîne. Îro, “şeriet-î etrak-Tirk”, “şerîet-î ereb” û “şerîet-î fers” derketiye holê. Di şerê nû yê Rojhilata Navîn de jî, “şerîet-î şîa”, “şerîet-î sunnî” û “şerîet-î elqaîde” derketiye holê. Divê ku em di nêrîn û nîqaşên xwe de metdolojiyên kêm û şaş bikarneyînin.
Li Kurdistanê şoreşek heye. Peyama Birêz Ocalan jî, di vê şoreşê de qonaxek mîladî ye û ji bo tevahiya Kurdan, hêzên Kurd, siyasî û civakî teva, ji bo tevahiya gelên li Kurdistan û herêmê, ji bo şikandina nîrê koletiyê qonaxek û destpêkek nû ye. Encama lêgerîna sedsalî ya li hemberî hêzên hegemonîk e.
Birêz Ocalan, bi gotina Kurdistan, Anatolya û Mezopotamya jî rastiya  Komara Tirkiyê jî derdixe pêş.  Baş tê zanin ku, Tirk, di tevahiya dîroka Osmaniyan de berî Tirk-bûnê, misilman bûn. Ev, erêniya tevahiya gelên dibin rima Xanedaniya Osmaniyan de ye. Emperetoriya Eyyubiyan jî li ser vê rastiyê hatiye avakirin. Di damezrandina Komara Tirkiyê de, di salên 1920-21-22-23-24an  jî ev rastî hukumran e. Piştre îdeolojiya Îttîhadî derkete pêş û “şerîet-î Tirk”hukunmran bû. Piştî 21ê Adara 2013an û Peyama Mîladî ya di cejna Newroza Amedê, Komara Tirkiye nema dewletek bi tenê û nema dikare bi berçavikên ideolojiya fermî li pirsgirêka Kurd jî binêre.     
Ev rastî wê bandorê li Emerîka û Ewropa jî bike. Ew jî û Tirkiye jî mecbur in ku di demeke kin de zimanê xwe, nêrîna xwe û siyaseta li hemberî Kurdan biguherin.