Bîranîna herî mezin li Roboskê bû. Ferhat Encu ku birayê xwe Serhat Encu di komkujiyê de winda kir û Hîkmet Alma ku birayê xwe Nadîr Alma winda kir der barê bîranînê û peyama Ocalan de hêstên xwe anîn ziman.

 
Hêza xwedî derketinê

Hîkmet Alma bi bîr anî ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bune û wiha got: “Di nava du salan de ji ber ku kujer nehatin aşkerakirin me têkoşînek meşand. Di salvegera 2’yemîn de bi rastî me carek din dît ku em ne bi tenê ne. Bi rastî ne tenê gundê Roboskê gundê derdorê jî hatibûn û wek xwediyê malê mêvan pêşwazî kirin. Em li ser goristanê careke din dema komkujiyê jiyan lê me hêzek mezin jî girt. Em tev hestiyar bûn. Bi rastî hem ji hêla BDP’ê hem jî ji hêla HDP’ê ve, dîsa saziyên sivîl piştgiriyek mezin dan. Ji xwe tevan di axaftinên xwe de jî soza berdewamiya têkoşînê  dan.” Alma li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha pê de çû: “Li ser goristanê peyama Serok Apo hat xwendin û em gelek hestiyar bûn. Ew peyam pir girîng bû ji me re. Di dema peyam  dihat xwendin de hêstir ji çavên dayikên me dibariyan.
 
Em kujeran nas dikin
Birayê Serhat Encu, Ferhat Encu der barê xwepêşandanan û bîranîna li Roboskê axivî û ev tişt anîn ziman: “Ne tenê li Roboskê ev hefteyeke li hemû kolanên Tirkiye û Kurdistanê ji bo Roboskê xwepêşandan tên li dar xistin. Li her derê gel ji bo Roboskê edalet xwest. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin 2’yemîn salvegera komkujiyê rojek dîrokî bû.” Encu bilêv kir ku ew kujeran nas dikin û wiha got: “Ligel em kujeran nas dikin jî ji ber ku ew nehatine darizandin em têkoşîna xwe  didomînin. Ev pergala qirêj li ser hemû kurdan heman tiştî dimeşîne. Îro rûyên wan yên qirêj baştir derdikeve holê. Em dibînin bê zarokên wezîr û parlamenterên AKP’ê bi çend milyonan dizî kirine, lê li vir ji bo 50 TL’yî 34 ciwanên me qetil kirin. Em dibînin ji bo nelirêtiyên wan dernekevin holê bê çawa mudaxeleyî her tiştî dikin. Lê ji bo kujerê vê komkujiyê bên darizandin tu tiştek nekirin. Li Roboskê û di temamê komkujiyan de gel xwest hesab bê dayin. Em di wê baweriyê de ne ger em bibin yek em ê bigihîjin encamekê.”
 
Yekîtî dê encam bîne

Encu qala peyamên ku li Roboskê hatin dayin jî kir û wiha got: “Di temamê axaftinan de bi rastî yek daxwaz hebû darizandina kujeran bû. Dîsa li gor sala din beşdarî du qat bû. Ji ber vê yekê em pir kêfxweş bûn. Em bawerin ev bersiva me li Roboskê da bigihîje encamekê. Daxwaza me hemû gelê kurd bibe yek û li hember vê pergala qirêj têkeve nava têkoşînekê..”
 
Ji Ocalan re sipasî
Encu der barê peyama Ocalan de jî hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Bi rastî dema komkujî pêk hat birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de bû. Me malbatên Roboskê fikra wî ya der barê komkujiyê de pir meraq dikir. Ev peyama îro şand hem ji bo Roboskê hem jî ji bo hemû gelê kurd pir girîng bû. Em jî li ser navê malbatên Roboskê sipasiyên xwe ji birêz Ocalan re dişînin. ”
 


ABDURRAHMAN GOK