RÊNAS REMO / ANHA/QAMIŞLO
“Em şoreşger in, şoreşger divê her tim li pêş be û gelê xwe biparêze. Dema were xwestin ji bo gel azad bijî canê xwe feda dike. Ez wekî ciwanekî Ereb bang li civaka erebî dikim ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin; serî ji dijmin û mêtîngeran re netewînin.”
Ew peyama Têkoşer Dilşêr e. Beriya şehadeta xwe bi çend rojan nameyek nivîsî bû û ev peyama xwe tê de danîbû.
Têkoşer Dilşêr 23‘yê Cotmehê li herêma Girê Spî di encama êrişeke hawayî ya balafirên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Ednan piştî 18 saliya xwe ango di sala 2015‘an de tev li nava refên QSD‘ê bû û navê Têkoşer Dilşêr girt. Tevlîbûna xwe ya nava QSD‘ê weke erkeke pîroz di ser her tiştî re dît.
Dayika şehîd Têkoşer, Cewhar Hisên El-Mehmûd diyar dike ku ew bi kurê xwe serbilind e û dibêje, kurê wê bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran serî hilda.