Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Meclîsa Avaker a Şengalê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Yekîtiya Kardarên Kurd li Evrupa (AKEE) pi peyamên eşandin Cejna Êzî pîroz kirin. 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bal kişand ser girîngiya cejnan li nava hemû baweriyan û destnîşan kir, ku divê Cejna Êzî weke kevneşopiya xwedîderketina li bawerî û çanda welat bê dîtin. KNK’ê di dawiya peyama xwe de bang li tevahiya gelê Kurdistanê, civaka Êzîdî û dostên gelê Kurd kir, ku ji bo ji nû ve avakirina Şengalê bikevin nava tevgerê û bibin alîkar, ku Êzîdî li cih û warên xwe vegerin.

Meclîsa Avaker a Şengalê bi boneya Cejna Rojên Êzî, cejna tevahî civaka Êzîdî û mirovahiyê pîroz kir. 

Di peyama Meclîsa Avaker a Şengalê de wiha hate gotin: “Em hêvidarin ev cejna pîroz  bibe wesileya rizgarkirina dayik û keçên me yên destê çeteyên DAIŞ’ê de û di demek herî nêz de li malbat û gelê xwe vegerin. Em hêvidarin ev cejn bibe roja aşitî û biratiya gelan li ser rûyê erdê. Ev roj bibe serkeftina hêzên azadiyê yên ku li her welatî şerê hêzên qirêj yên xwedî fikirên tarî dikin.”

MSD′ê cejna Êzî li gelê Êzîdî pîroz kir

Bi munasebeta Cejna Êzî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) peyamek da û cejna gelê Êzîdî pîroz kir. Di peyamê de wiha hate gotin: “Em hêvî dikin ku gelê Êzîdî jiyaneke aştiyane bijî. Banga me ji civaka navneteweyî re ew e ku kiryarên qirkirin û komkujiyên ku çeteyên DAIŞ′ê bi serê gelê Êzîdî dikin rawestînin. Em hêvî dikin ku cejn pêvajoyeke nû ya tijî kêf  û xweşî be, biratiya gelan û avakirina civakeke azad misoger bike.

Pîrozbahî

Yekîtiya Kardarên Kurd li Ewropa (AKEE) jî peyamek weşand û bi van gotinan cejn pîroz kir: “Em Cejna Êzî li hemû gelê xwe yê Êzdî li seranserî cîhanê pîroz dikin, bi taybet jî li gelê xwe yê Şengalê. Pîrozkirina vê roja miqades, îro ji bo me rojeke dîrokî ye, ji ber hebûna Êzîdatiyê hebûna sedsalane. Cejna vê salê bibe wesîleya azadî û aramiyê û li xwedîderketin û ji nûve avakirina Şengalê.


  NAVENDA NÛÇEYAN