KONGRA GEL di peyama xwede wiha got: "Li ser navê Kongra Gel, ji bo Serokkomariya Iraqê hilbijartina siyasetmedarê Kurd Birêz Dr. Fûad Masûm, em ji dil ve pîroz dikin. Em bawer dikin ku Birêz Serokkomar Dr. Fûad Masûm bi tecrûba xwe yê zêde, di çareseriyên pirsgirêkên giran ên gelên Iraqê de, yê dewrekî erênî bileyîze." KONGRA GEL di xebata wî ya nû de ji Mesûm re serkeftinê xwest û kir ku di dema nû de ji bo hemû gel û baweriyên Iraqê bibe wesîleya aştî û aramiyê."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK´ê jî ji bo Fûad Masûm ê ji Serokkomariya Iraqê re hatiye hilbijartin, peyameke pîrozbahiyê weşand. KNK'ê di peyamê de kêfxweşiya xwe ya ji ber hilbijartina Fûad Masûm eşkere kir û di karê wî de serketin jê re xwest. Di peyamê de hat bibîrxistin ku piştî Celal Talabanî cara duyemîn Kurdek ji bo Serokkomariya Iraqê hatiye hilbijartin û hat destnîşankirin ku ji aliyê qezençkirina mafên gelên li Kurdistanê dijîn ve ev yek wê bandoreke erênî bike. Konseya Rêveber a KNK'ê her wiha daxwaziya xwe dûbare kir ku bajarên Kurdan ên li derveyî sînorên Herêma Kurdistana Federal in, li rêveberiya Kurd bên girêdan.
ANF/BRUKSEL